Gelên Serêkaniyê: Em ê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin!

Gelên li Serêkaniyê li hemberî gefên Tirkiyeyê yên dagirkirina Bakurê Sûriyeyê meşiyan. Di meşê de peyamên ‘Em ji êrîşan re amade ne’ hate dayîn.

Gelên li Serêkaniyê li hemberî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan a li hemberî dagirkeriya Bakurê Sûriyeyê îro meşek li dar xistin.

Gelên Serêkaniyê û yên Zirganê bi alayên YPG/YPJ, QSD’ê , bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Mala Gel a Serêkaniyê li hev kom bûn. Di meşê de pankartên ‘Em êrîşên dagirker ên li hemberî Rojava şermezar dikin’ û ‘Gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin na’ hatin vekirin.

‘EM JI ÊRÎŞAN RE AMADE NE’

Di meşê de Hevserokê Meclîsa Herêma Serêkaniyê Loqman Îso got: “Em tevî gelên xwe ji êrîşên Erdogan re amade ne. Em ê her dem li ber xwe bidin.”

Îso diyar kir ku bi gefan ew ê îradeya wan neyê şikandin û ew ê dev ji axa xwe bernedin.

Meş bi sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Dîsa dîsa berxwedan’ bi dawî bû.