Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanên QSD’ê merasîmeke leşkerî li dar xist û li ser navê QSD’ê fermandar Silêman Reqa axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.



Fermandar Silêman Reqa wiha got; “Şehîdên qehreman canê xwe fedayî gel û xaka xwe kirin. Şehîd azadî û rûmeta me ne. Bi xwîna wan em soz didin ku em xeta wan bişopînin heta ku armancên wan pêk bînin. Em mizgîniyên didin gelê xwe û cîhanê ku hêza DAÎŞ‘ê şikest û di bargeha xwe ya dawî de tune dibin.”
Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Reqayê Mehmûd El-Xelef El-Hesen jî di merasîmê de axivî. Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîma ji bo şervanên QSD’ê bi dirûşmeyan bi dawî bû.