13 partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser gefên Serokkomarê Tirk Erdogan hatin ba hev. Li avahiya Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM’ê ya Qamişlo civînek lidar xistin.
Piştî civîna ku nêzî 5 saetan dom kir, daxuyaniyek hevpar hate dayîn.
Metna daxuyaniyê bi Erebî û Kurdî ji aliyê Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Sûriyeyê Mihemed Mûsa ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
" Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14‘ê Kanûnê ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî li herêmê bi giştî û gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet civînek lidar xist. Di dawiya civînê de hemû li ser van xalan li hev kirin:
1-Gefên Erdogan, îlankirina şer e û beşek ji planên Partiya Tîhad û Tereqî yên destpêka sedsala 20‘an e ku hemû pêkhateyên herêmê dike hedef û destkeftiyên wê derbe bike, her wiha Osmaniya nû zindî bike.
2-Gefxwarinên Erdogan encamên tîfaqên navdewletî û herêmî ne, çi veşartî be an jî eşkere be, armancên wê ew e ku berjewendiyên ji demên dirêj pêk bînin, lê ev berjewendî jî li dijî berjewendiyên gelên herêmê ne.
3-Hemû pêkhate û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên azadîxwaz û demokrasîxwaz li hemberî van planên dijber daxwaza bernameyeke stratejîk û demkî dikin.
4-Hemû pêhate û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga li hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku di aliyê siyasî û doplomasî de li hemberî planên dijber bisekinin û gel ji êrîşên hawayî biparêzin. Li ser vê yekê wekî partî û hêzên siyasî em wisa biryar da:
BIRYAR
1-Hemû partî wê rastiya rewşa heyî zelal bikin û bang li girseya gel bi hemû pêkhateyên wê bikin ku li ber xwe bibe û bi xaka û rûmeta xwe bernede, ji ber ku armanca dijmin herêmê vala bike.
2- Komîteyek şopandinê ji hêzên siyasî yên ji hemû pêkhateyan were avakirin, erka komîteyê ev e:
-Çalakiyên gel bi rêxistin bike.
-Têkildarî rewşa heyî bi hemû hêz û aliyên eleqedar pêwendî çêbike.
-Pêngên ragihandinê bi rêxistin bikin ku li hemberî ragihandina dijber rastiyê ji gel re bide şîrovekirin.
-Gel bi rêxistin bikin ku tedbîrên xweparastinê bigirin.”
NAVÊN PARTIYAN
-Tevgera Guhertina Demokratîk (Heyet El-Tensîq El-Weteniye)
-Partiya Komunîst a Kurdistanê
-Partiya Muhafezkaran
-Partiya Karker a Kurdistanê
-Partiya Nûjen a Kurdistanê
-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê
-Partiya Yekitiya Suryan li Sûriyeyê
-Paritya Yekitiya Demokratîk
-Kombûna Demokrat û Çepgerên Kurd
-Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê
-Desteya Niştimanî ya Erebî