Gelê Amûdê û Şehba: Em ê dev ji xaka xwe bernedin

Li Amûdê û Şehbayê li dijî gefên Serokkomarê Tirk Erdogan meş hatin lidarxistin û li dijî êrîş û gefan banga berxwedanê hate kirin. Li Qamişloyê jî peyama “Berxwedan wê xeyalên Erdogan vale derbixe” hate dayîn.

AMÛDÊ

Li Amûdê bi hezaran kes daketin qadan û gefên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Meş li Qada Jina Azad bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bimre Erdogan û ji dagirkeriyê re na” heta Qada Şehîd Cîhad dewam kir.

Piştre hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Silêman Şêxî, hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Selwa Silêman û fermandarê YPG`ê Cesûr Amûdê axivîn.

Qisekeran diyar kir ku divê gel li pêşiya dagirkeriyê amade be, têketina Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyê ku aloziya Sûriyê hîna tevlihev bike û fitneyê bixe nava pêkhateyên herêmê, ji bo wê divê gel rabe ser pêyan.

Qisekeran êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên ewle şermezar kirin û destnîşan kir ku Erdogan ji serkeftinên ku bi saya xwîna şehîdan û îradeya şervanên wan pêk hatine, ditirse, ji bo wê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ŞEHBA

Meclîsa kantona Efrînê jî, bi beşdarbûna bi dehan welatiyên Efrînê yên li Şehabyê dijîn li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha ji bo şermezarkirina êrîşên şevê din li dijî  dijî Mexmûr û Şengalê daxuyanî dan.

Welatiyan pankartên  "Erdogan terorê diparêze", "Gefên li dijî Bakurê Sûriyeyê delîlê îflasa siyaseta Tirkiyeyê ye", "Osmaniya nû û Erdoganê faşîst hilweşin" û"Ji bêdengiyê re êdî bese" vekirin.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Ebo û Rêvebera Komîteya  Jin a Kantona Efrînê Xatûn Sultan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, " Ev 8 Sal e gelê Sûriyeyê bi giştî û Kurd bi taybet êş û azarên şer dijîn, bi derketina terora DAÎŞ‘ê  re ku desteka xwe yekser ji Tirkiyê û Erdogan digire, tundiya li Sûriyeyê zêdetir bû. Erdogan dixwaze xewna xwe ya serkeftinên Osmanî vegere û gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz û gelê bi rumet tine bike, lê bi berxwedana gelan dê xewnên Erdogan pê neyên.

Erdogan ji bo ku armancên xwe bigihine serî bajarê Efrînê dagirk kir, hemû kiryarên hovane  li dijî sivîlan kirin, ji guhertina demografîk, ta destdirêjî, kuştin, wêrankirin, rûxandina deverên dîrokî û koçberkirina bi sedhazaran sivîlan ev hemû li pêşber çavê cîhanêpêk hatin.

Wekî her car, her çiqasî Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêngava xwe ya li dijî terorê li xaka wê ya dawî ya Hecînê bi serkeftinan didomîne, Erdogan daxuyaniyên dijber li hemberî herêmên ku ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAÎŞ‘ê hatin rizgarkirin dide. Erdogan dixwaze careke din DAÎŞ‘ê zindî bike da ku jiyana hevbeş a Bakur û Rojhilat Sûriyeyê û tecrûbeya wê ya demokratîk derbe bike, her wiha sînorê xwe yê mêtîngerî berfiheh bike û polîtîkeyên paqijiya etnîkî li dijî gelê Kurd û hemû gelên Bakurê Sûriyeyê pêk bîne.

Wekî pêkhateyên gel ji Efrînê li kampên Şehbayê dijîn em bang li hemû welatên cîhanê û civaka navdewletî dikin ku zextê li sîstema Tirkiyê û emîrê DAÎŞ’ê Erdogan bikin û sînorekî ji gefxwarinên wî re deynin û li kêleka hzên û pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bisekinin û gel ji karîseta mirovî xilas bike.

Her wiha em bang li Koalîsyona Navdewleî ya li dijî DAÎŞ‘ê dikin ku li hemberî gefên Erdogan  helwest nîşan bide û qedexeya esmanî li herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ferz bike. Li aliyekî din em bang li dewleta Sûriyeyê dikin ku sînorê ji êrîşên derve û hewldanên parçekirinê biparêze.”

QAMIŞLO

Meclîsa Navçeya Dêrikê têkildarî gefên êrîşan yên Serokkomarê Tirk Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanî Kurdî û Erebî ji aliyê rêveberên meclîsê Seyda Hana Îbrahîm û Mihemed Seyîd ve hate xwendin û gefên dagirkeriyê hate şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de êrîşa şevê din li dijî wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û Şengalê hate şermezar kirin û wiha hate gotin; “Bi navê Meclisa navçeya Dêrikê, sazî û pêkhateyên wê em gefêxwarinên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û êrîşên li ser gelê me yên li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û Şengalê bi tundî şermezar dikin.

Hemû pêkhateyên Bakur û  Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefxwarin û polîtîkeyên dagirkeriya Tirkiyê wê bibin mertal. Hikûmeta AKP‘ê ji destpêka aloziya Sûriyeyê hewl dide beşek ji axa Sûriyeyê qut bike û tev li Tirkiyeyê bike.

Di demekê de ku DAÎŞ‘ê di Pêngava Bagera Cizîrê de henseya dawî dikişîne, dagirkeriya Tirkiyê gefên êrîşan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe, dixwaze bi vê yekê temenê DAÎŞ‘ê dirêj bike. Armanca Tirkiyê derbekirina jiyana hevbeş û mozayîka civakî ya gelê Sûriyeyê.

Em bang li gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku li hemberî gefxwarinên Tirkiyê hêza xwe bikin yek. Her wiha em bang li civaka navdewletî û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAÎŞ‘ê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkêşiya wê dike dikin ku li hemberî planên dijber ên dagirkeriya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwest nîşan bibe."

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.