Cenazeyê 3 şervanên YPG’ê li Kobanê hatin veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Celal Hemo (Celal Toreman) Hemed Henîf (Erdîf) û Mamed Ibrahîm (Mamed Kobanê) bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Celal Hemo (Celal Toreman) Hemed Henîf (Erdîf) û Mamed Ibrahîm (Mamed Kobanê) ku di dem û cihên cûda de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Desteya Xweparastinê Îsmet Şêx Hesen axiv^, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “Di şexsê van hevalên şehîd de, em bejna xwe li hember hemû şehîdên azadiyê ditewînin û wan bi bîr tînin. Rastî çiqas em biaxfin em nikanin bedela wan bidin, ji ber wan ji bo gel û axa welat xwe fîda kirin û da ku hate roja şehadetê li be xwe dan. Wê gelê me li hemberî van siyaeta serî netewîne û wê heya dawî şopdarê xeta şehîdên xwe bikin."

Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Eburahman El-Demîr axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Li aliyê din Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Abdullah Seydo (Mihemed Xeyrî Durmuş) eşkere kir.

Girseya gel cenazeyê şervanên YPG’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.