Bi sedan kes li Girkê Legê meşiyan

Bi sedan kes li Girkê Legê daketin qadan li dijî gefên artêşa Tirk meş û mîtîngek lidar xistin.

Meşa li Qada Şehîd Xebat a Girkê Legê destpê kir pankatên ‘Ji Osmaniya Nû re NA’, ‘Bijî Yekîtiya Gelan’û ‘ Em Bêdengiya Navneteweyî Şermezar Dikin’ hatin vekirin. Meşa ku li ser rêyên serekî yên bajarê dom kir, li Qada Azadî veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de daxuyaniya li ser navê Meclîsê Navçeyê ya Girkê Legê hatibû amadekirin ji aliyê Endama Rêveberiya Meclîsa Navçeyê Mihemed Cemîl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Gefên Erdogan ji aliyê gelê me yê ku berxwedana Serdemê bi rê ve dibin ti wateyê nade. Em ê saziyên xwe yên sivîl û leşkerî amade bikin, bi projeyên xwe yên demokratîk em ê hêzên tarî yên li ser cîhanê serweriyê dikin, tine bikin. Em rê nadin ku Osmanî xaka me dagir bikin. Gelek ku bi hezaran şehîd dayîn wê ti carî tine nebin.”

Endama Rêvebera Kongreya Star Esra Mûrad jî got: “Gelê me ev 7 sal in li ber xwe didin. Gefên Erdogan wê bandorê li gelê me neke.”