Li Hecînê 121 terorîst hatin kuştin

QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. Li gorî vê yekê, 121 terorîst hatine kuştin û 3.126 sivîl jî hatine rizgarkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser bîlançoya 24 saetên dawî ya Qonaxa Bidawîkirina Terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"ENIYA BAXOZÊ: Terorîstan bi çekên giran û sivik nuqteyên şervanên me topbaran kirin, paşê jî hewl dan êrîşeke mezin pêk bînin. Şervanên me bersiva êrîşan da û şerekî giran rû da. Di şer de terorîstan derbên giran xwarin, kuştî û birîndarên wan çêbûn. Her wiha miqdarek çek û cebilxane û erebeyeke bombebarkirî ketin destê şervanên me.

Danê nîvro, şerê giran qewimî, terorîstan hemû çekên giran û sivik û siûqast bi kar anîn, şervanên me jî bersiva êrîşan dan û di encamê de kuştî û birîndaran terorîstan çêbûn. Hejmarek terorîstên din piştî ku tengav bûn neçar man ji qada şer vekişin.

Yekîneyên endizyariya leşkerî li herêmê gelek mayînên ku terorîstan li herêmê bi cih kiribûn bê bandorkirin.

Danê êvarê, şervanên me avêtin ser bargehên terorîstan û hejmarek ji wan kuştin û yên din reviyan. Şervanên me li vir bi kîlometreyekê bi pêş ve çûn û 17 nuqte ava kirin. Her wiha erebeyeke bombebarkirî kete destê şervanan.

Şervanên me li vê eniyê her bi pêş ve diçin. Tevî rewşa nebaş a hewayê jî 23 nuqteyên din ava kirin.

Li aliyekî din ê heman eniyê terorîstan êrîşî navend û nuqteyên hêzên me kirin, hêzên me bi lehengî bersiv dan êrîşê. Li ser vê yekê şerekî giran di nava 4 saetan dewam kir. Di encamê de hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndarkirin. Şervanên me li vir erebeyeke bombebarkirî beriya ku bigihêje armanca xwe teqandin. Her wiha terorîstan bi fuzeyên ASPG êrîş birin ser nuqteyên hêzên me, lê ti zerar negihişt hêzên me.

Terorîstan hewl dan ji nû ve xwe komî ser hev bikin da ku amadekariya êrîşa sêyemîn bikin, lê şervanên me hişyar bûn û bi dijwarî li baregehên terorîstan xistin. Di encamê de şerekî giran rû da, terorîstan hemû çekên sivik û giran bi kar anîn, lê şervanên me hemû êrîş têk birin û bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin, yên din jî reviyan. Piştî bêdengiyeke kurt terorîstan bi hawanan êrîşî navendên hêzên me kirin. Yekîneyên endizyariya rakirina mayînan gelek mayîn li herêmê bê bandorkirin.

Li deverên din ên heman eniyê şer giran e. Terorîstan çekên giran û sivik, topên hawan û fuze bi kar anîn. Şervanên me hemû êrîş têk birin û hejmarek terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Li aliyekî din balafirên Koalîsyona Navdewletî baregehên terorîstan kirin hedef.

ENIYA HECÎNÊ: Li vê eniya ji danê sibehê ve şerê giran di navbera şervanên me û terorîstên DAÎŞ'ê de rû dide. Terorîstan êrîşî nuqteyên şervanên me kirin û şerê giran derket. Di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û hin jî birîndar bûn. Terorîstan li hemberî şervanên me nedikarî li ber xwe bibin, lewma neçar man birevin û kuştî û çekên xwe li pey xwe hiştin. Li vir miqdarek çek ket destê şervanên me. Şervanên me her wiha 35 nuqteyên nû ava kirin. Li aliyekî din balafirên Koalîsyona Navdewletî baregeh û nuqteyên terorîstan kirin hedef.

Terorîstan careke din bi hemû cûre çekên giran û sivik êrîşî kirin. Êrîşên wan li bin guhê berxwedana mezin a şervanên me ketin. Di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndarkirin. Şervanên me li vir bi 2 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Her wiha 3 hezar û 126 sivîl ku terorîstan wan wekî mertalên zindî bi kar di anîn rizgar kirin û ew derxistin cihên bi ewle yên rizgarkirî.

Di şer de hejmarek şervanên me birîndar bûn, me ew rakirin nexweşxaneyan da ku bêne dermankirin.

Şer li vê eniyê berdewam e.

BÎLANÇOYA ŞERÊ ROJEKÊ

-Hejmara kuştiyên terorîstan: 121

- 44 baregeh hatin rûxandin, 1 doçka û 1 erebeyeke bombebarkirî hatin teqandin. Her wiha 7 rêyên leşkerî ku terorîstan bi kar di anîn hatin qutkirin.

- Çekên ketin destê şervanên me: 3 kalaşnîkov, 1 espagno, 2 erebeyên bombebarkirî.

-Derbên balafirên Koalîsyona Navdewletî li DAÎŞ'ê xist: 50 derbe."