Gelê Qamişloyê li dijî dagirkeriyê meşiya

Li Qamişloyê bi hezaran kes li hemberî gefên Erdogan ên dagirkeriyê daketin qadan û meşiyan.

Li Qamişloyê gelên Kurd, Ereb, Suryan li hemberî gefên dagirkirina Bakurê Sûriyeyê bi sloganên ‘Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na’ dimeşin.

Girse li Taxa El Suryan li hev civiya û bi pankartên ‘Na ji terora Erdogan re’, ‘Bijî biratiya gelan’ û ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re’ dest bi meşê kirin.

Bi hezaran kes bi sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Biryara me berxwedan e’ dimeşin.

Hate diyarkirin ku girse wê heta Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Taxa Seyyahî bimeşe û li vê derê daxuyaniyekê bide.

GIRÊ SPÎ

Bi sedan welatiyên li Kantona Girê Spî jî li dijî gefên Erdogan li Bulvara El-Elemê dest bi meşê kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsên 'Gelên Sûriyeyê Bi Yek Deng Ji Bo Dagirkeriya Tirkiyeyê re Dibêje NA' û 'Li Dijî Dagirkeriya Tirkiyeyê Serî Hilde' bilind kirin.

Meş heta Bulvara El-Îskan dom kir. Bi dirûşmên hatin qîrkirin gefên dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.