ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
El Faris: Em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin
Yek ji serokê êla mezin a Ereb a Sûriyê El Faris got ew ê li dijî dagirkeriya Sûriyê li ber xwe bidin. Faris got, ''Em tenê tiştekî dixwazin; bila qada hewayî li Tirkan bigirin piştre bila rûnin û binerin şer çawa tê kirin.'' -
Rêveberiya Xweser seferberî ragihand
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî êrîşeke dagirker a pêkan a dewleta Tirk seferberî ragihand. -
Dewleta Tirk û DAÎŞ êrîş dikin, gelên herêmê li ber xwe didin
Di demekê de ku amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê didomin, çeteyên DAÎŞ'ê bi dewleta Tirk re koordîneyî li Reqayê dest bi êrîşeke berfireh kirin. Dewletên rojavayî hîn jî bêdeng in. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyane. -
Çalakiya mertalên zindî ya li ser sînor di roja sêyemîn de ye
Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di roja sêyemîn de ye. Şêniyên Kantona Hesekê îro tevlî çalakiyê dibin. -
Tirkiyeyê jê re got 'Înterpol li te digere' û yekser ew berda
Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya diyar kir, ku îstîxbarat û polîsên Tirk zanîbûn ku ew endamê DAÎŞ'ê ye, li Emniyetê hîn bû ku Înterpol li wî digere lê belê her carê lêborîn jê hate xwestin û hate berdan. -
Çeteyên DAÎŞ'ê li Reqayê êrîşî bendên QSD'ê kirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li taxa Basîl a Reqayê êrîşî bendên ewlekariyê yên QSD'ê kirin. Balafirên Şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî bombe li deverên ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ne barandin. -
QSD: Dibe ku êrîşeke giran dest pê bike
QSD'ê ragihand, liv û tevgera li xeta sînor a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û agahiyên ji herêmê tên wergirtin nîşan didin, ku dewleta Tirk wê li herêmê dest bi êrîşeke berfireh bike. -
Artêşa Tirk leşkeran ber bi herêma baregehan ve vediguhezîne
Artêşa Tirk bi otobusan leşker, cebilxane û wesayitên zirxî veguhest baregeha xwe ya li herêma Babê. -
Hevseroka MSD’ê: Em ji diyalogên bi gelê Sûriyeyê re amade ne
Hevseroka MSD’ê Umer di çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî de axivî û got ku “Tirkiye dixwaze krîza li Sûriyeyê ji xwe re bike firsend.” -
Artêşa Tirk gundên Şerayê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyan topan diavêjin gundên Şerayê. -
Rêveberiya Xweser: Dagirkerî wê ji bo sivîlan bibe bobelat
Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dan ku dagirkeriyeke pêkan a dewleta Tirk ji hêla sivîlan ve wê bibe bobelatek û her kes wê di bin vê de bimîne. -
Bi hezaran kes li ser sînorê Serêkaniyê çalakiyê dikin
Li bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran kes çalakiya mertalên zindî dikin. -
Xaziyên şer ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan
Xaziyên şerê li dijî DAÎŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan. -
'Erdogan dixwaze tola têkçûna xwe ya sala 2012'an hilîne'
Erdogan di salên 2012-2013'an de ketibû pey xewn û xeyala dagirkirina Sûriyeyê û Serêkaniyê jî weke gava xwe ya destpêkê ya ji bo pêkanîna vê armanca xwe didît. Ji berxwedêrên wê demê Îbrahîm Sîno qalê kir ku ew xewn çawa li Erdogan herimî. -
Meşa li Kobanê: Tekane rê berxwedan e
Gelê Kobanê bi meşekê re gefên dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir. -
Tirkiye li Sûriyeyê ji nav Fermana Peywira Hewayî hate derxistin.
Pentagonê eşkere kir ku Tirkiye li Sûriyeyê ji nav FermanaPeywira Hewayî hate derxistin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê cih li gel hêzên parastinê bigirin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bang li hemû pêkhate û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yên derveyî Sûriye kir ku berê xwe bidin herêmên li ser sînor û li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê bisekinin. -
100 rêxistinên mafê mirovan daxuyaniyek hevpar dan
100 rêxistinên mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikin, bal kişandin ku wê êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê rê li ber felaketeke mirovî veke û çi dibe bila bibe wê mafê mirovan biparêzin. -
Pentagon: Em piştgiriyê nadin operasyonê
Wezareta Parastinê ya DYE’yê diyar kir ku ew ê piştgiriyê nedin operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. -
Trûmp: Heke Tirkiye êrîş bike ez ê aboriya wê hilweşînim
Serokê DYE’yê Donald Trûmp derbarê gefên Tirkiyeyê yên ji bo êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava got ku “Heke Tirkiye êrîş bike, ez ê aboriya wê hilweşînim.” -
MSD: Divê gelên Sûriyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bînin
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş bikê wê li herêmê krîzeke mirovî pêk were û bang li gelên Sûriyeyê kir ku bila berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bînin. -
Artêşa Tirk a dagirker gundê Bînê yê Şêrawa bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan diavêjin gundê Bînê yê Şêrawaya Efrînê. -
Dayikên Rojava: Em ê zarokên xwe bi tenê nehêlin
Dayikên ku zarokên wan di nav refên QSD’ê de ne diyar kirin ku ew ê zarokên xwe li eniyên şer bi tenê nehêlin. -
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan
Li gelek bajarên Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî gefên dagirkeriya dewleta Tirk bi deh hezaran kes daketin qadan. -
Li Raîyê di du teqînan de 12 çete birîndar bûn
Li Raîyê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di du teqînên cihê de 12 çete birîndar bûn.