ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD’ê ragihand ku li Dêra Zorê serçeteyek hatiye kuştin
Navenda Çapemeniya QSD’ê ragihand ku serçeteyê berpirsê peydakirina çek û bicihkirinê ya huncreyên DAÎŞ’ê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê bi navê Ebû Umer El-Sûrî li Dêra Zorê hatiye kuştin. -
Li Cindirêsê teqînek pêk hat
Li navçeya Cindirês a Efrînê teqînek mezin pêk hat. -
Artêşa Tirk gundên Şehbayê bombe kirin
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi hewan û obusan bombe li gundên Şehba barandin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebadî Hemûd spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebadî Hemûd El Elî (Mezlûm Cezra) yê 25’ê Îlonê şehîd bûbû, li Dêra Zorê bi merasîmekê spartin axê. -
'Biryarên komîteya destûra bingehîn me eleqedar nakin'
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand, biryarên ku komîteya destûra bingehîn a ku ew li derve hatine hiştin werbigire, wan eleqedar nake. -
'Qesabê Reqayê' li benda darizandinê ye
Çeteyê DAÎŞ'ê yê Belçîkayê Anoûar Haddoûchî ku bi navê 'Qesabê Reqayê' tê naskirin, di destê QSD'ê de ye. Haddoûchî dixwaze li Belçîkayê bê darizandin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê darên zeytûnan şewitandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera ya Efrînê 200 darên zeytûnê şewitandin. -
HRE'yê li Ezaz û Mare çalakî kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Ezaz û Mareyê li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî kirin. Di encamê de çeteyek hate kuştin, makîneyeke kar jî hate rûxandin. -
Li Kobanê komxebata Jineolojiyê dest pê kir
Li bajarê Kobanê bi dirûşma "Li dijî zayendîperestiya civakî em dibêjin Jineolojî" komxebatek pêk tê. -
Dewleta Tirk a dagirker Şêrewa bombe dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Başemirê ya Şêrewa topbaran kir. -
Di teqîna li Cindirêsê de 5 kes mirin, 12 kes jî birîndar bûn
Di teqîna li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de 5 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn. -
Li Efrînê 13 kes hatin revandin
Li Efrînê ku dewleta Tirk û çeteyên wê ew dagir kirine 13 sivîl hatin revandin. -
Li Cindirêsê teqîneke dijwar
Li Cindirêsê ya Efrînê, ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin wesayiteke bombebarkirî hate teqandin. -
Li Ezazê dema wesayiteke çeteyan derbas dibû teqînek pêk hat
Li bajarokê Exterînê yê li başûrê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, dema ku wesayiteke çeteyan derbas dibû teqînek pêk hat. -
Li Kobanê sibe komxebata Jineolojiyê pêk tê
Jineolojiyê ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûye sedema karên gelekî girîng, sibe wê li Kobanê komxebatekê de bê nirxandin. -
'Destûra bingehîn a ku em di nav de nînin, me eleqedar nake'
Partî û rêxistinên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê 'Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê' de daxuyaniyeke hevpar weşandin ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres diyar kir ku hatiye ragihandin. -
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El- Enadî spartin axê
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Quteybe El-Enadî (Quteybe) ê dema erka xwe pêk dianî şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar li gundê Dawidiyê hate veşartin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Helebê sivîlek qetil kir
Çeteyeên El-Hemzat ên dewleta Tirk a dagirker li Helebê bi ser malan de girtin û M.A yê 75 salî qetilkir û 37 hezar Lîrayê Sûriyê dizîn. -
HRE: Li Efrînê 4 leşkerên dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan yên li Efrînê de 4 leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê rewş çi ye?
Rayedarê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê gefên dagirkerî û êrîşan biçûk nabînin. Êrîşa li ser vê herêmê wê ji bo Tirkiyeyê rê li encamên wisa veke ku Tirkiye jî bîra van encam nabe. -
Çeteyê DAÎŞ'ê Balûşa: Em li Aksarayê hatin dermankirin
Çeteyê DAÎŞ'ê yê Filistinî Mûhammed Balûşa ku di destê QSD'e de ye, diyar kir ku di salên 2016-2017'an de li maleke DAÎŞ'ê ya li Stenbolê maye û mîna DAÎŞ'iyên din li nexweşxaneyeke taybet hatiye dermankirin. -
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Heleb hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê Mihemed Xelîl (Mahîr Heleb) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Artêşa Tirk gundên Şerayê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike. -
Li Efrînê di du mehan de herî kêm 29 jin hatin revandin
Li Efrînê ya ku Tirkiyeyê dagir kiriye di du mehên dawîn de herî kêm 29 jin hatine revandin. Tê diyarkirin ku ji ber revandin, şîddet û zextan xwekuştin jî zêde bûye. -
Yek ji hûcreyên herî mezin ên DAÎŞ’ê hate têkbirin
Li Minbicê yek ji hûcreyên herî mezin ên DAÎŞ’ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi operasyonekê hate têkbirin.