Çeteyên DAÎŞ'ê li Reqayê êrîşî bendên QSD'ê kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li taxa Basîl a Reqayê êrîşî bendên ewlekariyê yên QSD'ê kirin. Balafirên Şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî bombe li deverên ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ne barandin.

Bi gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re hucreyên çeteyên DAÎŞ'ê jî ketin nava liv û tevgerê.

Çeteyên DAÎŞ'ê saet derdora 02:00 li taxa Basîlê ya Reqayê êrîşî bendên ewlekariyê yên QSD'ê kirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê yên herêmê hatin wergirtin, gelek çeteyên DAÎŞ'ê hewl dan bendên ewlekariyê yên li bajêr bi dest bixin. Di navbera hêzên QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de li bajêr şerekî dijwar diqewime. Balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî deverên ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ne bombe kirin.

Li bajêr car carna şer diqewime.