Dewleta Tirk û DAÎŞ êrîş dikin, gelên herêmê li ber xwe didin

Di demekê de ku amadekariyên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirinê didomin, çeteyên DAÎŞ'ê bi dewleta Tirk re koordîneyî li Reqayê dest bi êrîşeke berfireh kirin. Dewletên rojavayî hîn jî bêdeng in. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyane.

Dewleta Tirk hêzên xwe yên leşkerî tevî çek û cebilxaneyan bênavber li ser sînorê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kom dike. Girê Spî û Serêkaniyê yek ji wan deverên sereke ne ku di hedefa dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Lewma veguhastina leşkerî û çeteyan a li navçeyên Kaniya Xezalan û Serêkaniya Bakurê Kurdistanê ku li pêşberî Girê Spî û Serêkaniyê ne, doh bi şev jî dom kirin.

Piştî hevdîtinên navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koalîsyon a bi pêşengiya DYE û dewleta Tirk ên 5-6-7'ê Tebaxê biryar hatibû wergirtin ku di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de mekanîzmaya ewlekariya sînor bê avakirin.

Di çarçoveya Mekanîzmaya Ewlekariya Sînor de rayedarên leşkerî yên DYE û Tirk li Rihayê Navenda Tevgerê ya Hevpar ava kirin û di vê çarçoveyê de li xeta sînor sê caran ji bejahî û heft caran jî ji hewayî dewriye hate kirin. Dewriyeya herî dawî ya bejahî di 4'ê Cotmehê de hate kirin.

Lê belê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan piştî serdana Moskowayê ya 27'ê Tebaxê ragihand ku peymana hatiye kirin têra wî nake û nîşaneyên dagirkeriyê ragihand.

PÊŞNIYARA RÛSYA Û ÎRANÊ YA MÛTABAQATA EDENEYÊ

Di 16'ê Îlonê de li Enqereyê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî û Erdogan hevdîtin kirin û piştî vê hevdîtinê gefên ji bo dagirkirinê mezintir bûn.

Erdogan ji Pûtîn û Rûhanî ji bo dagirkirina herêmê piştevanî xwest. Pûtîn û Rûhanî jî bal kişandin ser Mûtabaqata Edeneyê ya sala 1998'an a navbera dewletên Tirk û Sûriyeyê hate amadekirin û ji Erdogan re gotin 'Bi Esad re li hev bike'. Rayedarên Tirk jî di daxuyaniyên xwe de îdîa dikin ku ew bi yekparebûna xaka Sûriyeyê ve ne.

HEVDÎTINÊN MÎT-MÛHABERATÊ

Di vê navberê de îstîxbarata Tirk MÎT demeke dirêj bi navbeynkariya Rûsya û Îranê bi îstîxbarata Sûriyeyê Mûhaberatê re hevdîtin kir û giranî da ser van hevdîtinan. Li baregeha Rûsyayê ya li Sûriyeyê li Hmeymîmê, li Moskowa û Tehranê hin hevdîtin hatin kirin.

DESTPÊKÊ ERDOGAN GEF XWAR

Di dawiya meha Îlonê de Erdogan li New Yorkê di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeyek bilind kir û ji bo dagirkeriyê destûr xwest. Her wiha bi penaberan gef li welatên Ewropayê xwar.

PIŞTRE REJÎMÊ Û DAÎŞ'Ê GEF XWARIN

Li gel gefên Erdogan rejîma Sûriyeyê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) weke 'terorîst' îlan kir û serçeteyê DAÎŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî talîmata êrîşê da hucreyên xwe yên razayî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

VEKIŞÎNA KOALÎSYONÊ

Di 7'ê Cotmehê de jî piştî ku Erdogan û Trump bi rêya telefonê bi hev re axivîn, Qesra Spî daxuyaniyek ragihand û diyar kir ku wê leşkerên DYE yên li ser sînor vekişin. Piştî çend saetan jî du nuqteyên li Serêkaniyê û Girê Spî ji leşkerên Emerîkî hatin valakirn.

Vekişîna leşkerên Emerîkî ji Serêkaniyê û Girê Spî ku di çarçoveya peymana mekanîzmaya ewlekariya sînor de ne, weke destûra ji bo dagirkeriya dewleta Tirk hate şîrovekirin.

GELÊN HERÊMÊ LI SER PIYANE

Gelên herêmê jî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çend roj in li ser piyane. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê çalakî tên kirin. Li Girê Spî û Serêkaniyê jî gel li ser sînor çalakiya mertalên zindî pêk tîne.

Li sê deverên cuda yên Girê Spî li ser sînor kon hatine vedan, li Serêkaniyê jî li deverekê kon hatiye vedan û şêniyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Keldanî, Ermen, Çerkez, Tirkmen û Çeçen serdana qada çalakiyan dikin.

PEYAMA BERXWEDANÊ YA RÊVEBERIYA XWESER Û QSD'Ê

Gelên herêmê destnîşan dikin ku wê xak û destketiyên xwe biparêzin û ji bo vê li ber xwe bidin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandariya Giştî ya QSD'ê bi daxuyaniyan diyar kirin ku wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

DAÎŞ BI KOORDÎNEYÎ LI GEL DEWLETA TIRK TEVDIGERE

Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê li qada navneteweyî daxwaza piştevaniyê dike. Hucreyên veşartî yên çeteyên DAÎŞ'ê jî doh bi şev li taxa Basîl a navenda bajarê Reqayê li dijî bendên ewlekariyê yên QSD'ê dest bi êrîşeke berfireh kirin. Êrîş ji aliyê bi dehan çeteyan ve hate kirin û şerekî dijwar li herêmê diqewime.