Çalakiya mertalên zindî ya li ser sînor di roja sêyemîn de ye
Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di roja sêyemîn de ye. Şêniyên Kantona Hesekê îro tevlî çalakiyê dibin.
Li Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di roja sêyemîn de ye. Şêniyên Kantona Hesekê îro tevlî çalakiyê dibin.
Li dijî amadekarî û gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkeriyê çalakiya mertalên zindî didome.
Çalakî ji aliyê gelê Herêma Cizîrê ve di 7'ê Cotmehê de dest pê kir û bi beşdariya bi hezaran kesî didome.
Hevserokê Kantona Hesekê Abdul Xanî li qada çalakiyê di semînerekê de axivî.
Xanî komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û bal kişand ser yekîtiya gelan a li dijî dagirkeriyê. Xanî destnîşan kir ku li dijî teknîkê ya girîng îrade ye.
Gelên Kantona Hesekê wê îro çalakiyê bidomînin. Girseya gel wê li ber Navenda Çandê ya Serêkaniyê li hev kom bibe û ber bi qada çalakiya mertalên zindî bimeşe.