Çeteyê DAÎŞ'ê Yûnûs Emre Sakarya ku DYE'yê ew xist lîsteya 'Terorîstên Global ên bi Taybetî hatine destnîşankirin' û bi bultena sor a Înterpolê lê dihate gerîn, li Tirkiyeyê tedawî bû û berpirsyariya malzemeyên elektronîk-leşkerî yên DAÎŞ'ê kir.
Çeteyê DAÎŞ'ê Sakarya ku di destê QSD'ê de ye anî ziman ku sala 2013'an hem ji bo tedawiya xwe hem jî ji bo hevsera xwe ya ku wê zarok jê re bihata dinyayê derbasî Tirkiyeyê bû. Ji havîna 2013'an heta destpêka 2017'an li Tirkiyeyê bi rêya şîrketên li Tirkiyeyê ava kir ji Tirkiye, Elmanya, Emerîka, Çîn, Hongkong û Rûsyayê malzemeyên leşkerî ji bo DAÎŞ'ê peyda kir. Piştre bi rêya şîrketan drone, dûrbîn û hemû malzemeyên leşkerî ji sînorê fermî derbasî Sûriyeyê kir û gihand DAÎŞ'ê. Tevî ku li Tirkiyeyê gelek caran hate destgîrkirin hate berdan û anî ziman, wî karê xwe bi hêsanî dikir û di navbera DAÎŞ'ê û dewleta Tirk de pirsgirêk tine bû.
LI ENQEREYÊ LI NIMÛNE TÊ DERMANKIRIN
Yûnûs Emre Sakarya di dawiya sala 2013'an de careke din berê xwe dide Tirkiyeyê û sê salan li Tirkiyeyê kar dike. Sakarya di Kanûna 2013'an de di şerekî de birîndar bû. Ji ber vê yekê çû El Babê û bi destûra Berdevkê DAÎŞ'ê Ebû Mûhammed Bagdadî hem ji bo tedawiya xwe hem jî ji bo hevsera xwe ya ducanî çû Tirkiyeyê. Di hefteya dawî ya sala 2013'an de ji Dîlokê derbasî Tirkiyeyê bû û bi hevsera xwe re çû mala kalê xwe ya li Enqereyê. Wê demÂe hevsera xwe şand Elmanyayê û ew jî li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Nimûne ya Enqereyê tedawî bû.
BERPIRSYARÊ KIRÎN MALZEMEYÊN ELEKTRONÎK BÛ
Yûnûs Emre Sakarya anî ziman ku dema li Tirkiyeyê bû heta nava sala 2013'an bi sermayeyeke ji hezar dolarî malzemeyên leşkerî yên ji rêzê dikirî û ew dişand Sûriyeyê û bi rêya birayê xwe li Sûriyeyê difirot. Sakarya diyar kir ku bi vî rengî sermayeya xwe di demeke kurt de qat bi qat zêde kir û beriya Remezanê derbasî nava Sûriyeyê bû, li Reqayê bi Ebû Ûsema Garîp ê bi pevguhertina rayedarên Konsolosxaneya Mûsilê hate berdan, her wiha bi berpirsyarê çapemeniyê yê DAÎŞ'ê Haci Fûrkan û Ebû Mûhammed Adnanî re hevdîtin kir.
Sakarya diyar kir ku di vê hevdîtinê de jê re hate gotin ku wê 'xelîfetî' bê ragihandin û jê xwestin ku malzemeyên elektronîk û leşkerî ji bo DAÎŞ'ê peyda bike. Sakarya got, "Lê belê min ji Ebûbekir Bagdadî garantî xwest. Min got, eger li Tirkiyeyê tiştek bi min bê divê bi rêya pevguhertinê min derxîne, li Tirkiyeyê xwe ewle bibînim ku karibim bixebitim. Wan jî qebûl kirin." Yûnûs Emre Sakarya di dawiya sala 2014'an de careke din derbasî Sûriyeyê bû û li Tirkiyeyê bû berpirsyarê peydakirina malzemeyên leşkerî û elektronîk. Heta destpêka sala 2017'an li Tirkiyeyê wezîfeyeke bi vî rengî kir û ji ber karê xwe jî DAÎŞ'ê spasiya wî kir.
GELEK CARAN HATE DESTGÎRKIRIN
Sakarya di navbera salên 2014-2015'an de ji bo bi rayedarên DAÎŞ'ê re hevdîtinê bike gelek caran çû Sûriyeyê û vegeriya Tirkiyeyê. Dibêje ku ew gelekî hêsanî diçû û dihat. Sakarya di navbera salên 2014-2015'an de gelek caran li Kîlîs, Elbeylî, Riha û Enqereyê hate destgîrkirin. Dema ku destpêkê hate destgîrkirin jê re hate gotin ku divê biçe leşkeriyê, lê wî got ku ew birîndar bûye û bi vî rengî tê berdan. Di destgîrkirina duyemîn de tevî ku dibêje ew tevlî refên Cephet El Nûsra bûye û birîndar bûye lewma hatiye Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê tedawî bûye, tevî vê yekê hate berdan.
Yûnûs Emre Sakarya di destpêka sala 2015'an de li Rihayê tê destgîrkirin û Emniyeta Tirk jê re dibêje ku zanin ew DAÎŞ'î ye. Tevî vê yekê jî wî berdidin û dişîne otogarê.
Sakarya diyar kir ku eşyayên ji DAÎŞ'ê re diçûn di deriyê sînor re bi rengekî fermî dihatin derbaskirin.
DEPOYÊN DAÎŞ'Ê YÊN LI DERIYÊN SÎNOR
Şîrketa ku Sakarya di sala 2014'an de ava kir di demeke kurt de mezin bû. Şîrketê hem malzeme ji Tirkiye, Emerîka, Çîn, Rûsya, Hongkong, Awûstûryayê peyda dikir, hem jî li Hatay û Kîlîsê depo ava kir. Malzemeyên li van depoyan hemûyan malzemeyên elektronîk-leşkerî ne û yên DAÎŞ'ê ne. Sakarya diyar kir ku wan malzeme bi giranî bi qaçaxî derbas dikir, lê belê di ser deriyên sînor re jî derbas dikirin. Sakarya anî ziman ku piştî Girê Spî ji DAÎŞ'ê hate rizgarkirin deriyê sînor ê Kaniya Xezalan hate girtin, lê belê di ser deriyê sînor ê Elbeylî malzeme derbas dikirin.
LI ENQEREYÊ HATE BERDAN
Çeteyê DAÎŞ'ê Sakarya ji bo wergirtina pasaportê di sala 2015'an de diçe Enqereyê û li Têkoşîna dijî Terorê ya Enqereyê hîn dibe ku Înterpol li wî digere. Sakarya piştî ku hate destgîrkirin bi du saetan hate berdan. Sakarya dibêje, "Polîsan li mala min drone dîtin. Min ji wan re got ku ez bazirganiyê dikim. Ez birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê. Beriya wê dema ku ji bo pasaportê derxînm çûbûm hîn bûm ku Înterpol li min digere. Piştre min dest ji wergirtina pasaportê berda bû, lê ez neigirtbûn. Li Emniyetê jî di telefonê de der barê Înterpolê axivîn. Piştre ez berdan. Piştî axaftina telefonê ji min re got, 'biborîne Yûnûs şaş hatiye fêhmkirin. Tu dikare biçe'. Li wê deverê li taksiyekê siwar bûm û çûm malê."
Sakarya diyar kir ku ji ber lihevkirina navbera Tirkiye û DAÎŞ'ê ew bi hêsanî li Tirkiyeyê dixebitî.