ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê hatin bîranîn
Şervanên YPJ'ê Arîn Mîrkan û Rêvana Kobanê di salvegera 5'an a şehadeta wan de bi bîr anîn. -
Çeteyê DAÎŞ'ê Rîedîjk: Êrîşa li dijî Kurdan dawî li me anî
Çeteyê DAÎŞ'ê yê Hollandayî Yago Alexandre Rîedîjk di destê QSD'ê de ye. Rîedîjk got, "Min hîn jî fêhm nekiriye ku DAÎŞ'ê çima li dijî Kurdan şer kir, ti feydeya xwe nebû. Êrîşa li dijî Kurdan dawî li me anî." -
Di sala 2019’an de li Sûriyeyê 173 kes ji ber teqemeniyan mirin
Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê li Sûriyeyê di sala 2019’an de 41 jê zarok herî kêm 173 kes ji ber mayîn û teqemeniyên şer mirine. -
Ebdî: Daxwaza Erdogan ewlekarî nîne, dagirkerî ye
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku mekanîzmaya ewlekariyê ya ku QSD jî tevlî bûye bi rê ve diçe, lê belê tevî vê yekê Serokkomarê Tirk Erdogan di hevdîtinên Neteweyên Yekbûyî de plana dagirkirinê pêşkêşî bazarê kiriye. -
Gelên Qamişloyê meşiyan nûneriya NY
Ji ber ku Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê tevlî xebatên komîteya Destûra Bingehîn nehatine kirin, gelê Qamişlo ev biryar protesto kir. -
Dagirker bombeyan diavêjin gund û keleha Şewarxayê
Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan diavêjin gund û keleha Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê. -
Bi hezaran kes ber bi baregeha koalîsyonê ya li Kobanê meşiyan
Bi hezaran mirovên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê li hev kom bûn û ber bi baregeha koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê meşiyan. -
Şagirtên Aram Tîgran li Kobanê perwerdeya muzîkê didin
Nûrşîn û Perwîn ên ji Kobanê ku xwişkên hev in, perwerdeya ku li Amedê li Konserwatûara Aram Tîgran li ser amûrên muzîkê yên rojhilat û rojava dîtin, niha li Kobanê didin zarokan. -
Endamekî hucreyê ya MÎT’ê li Minbicê hate kuştin
Yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Mibicê, endamekî hucreya girêdayî îstixbarata Tirk a hewl dida êrîş bike, kuşt. -
Bi dijwarî Til Rifatê tê bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên şevê de êrîşên li dijî navçeya Til Rifat dabû destpêkirin, di dijwarî didome. -
Gundên Şêrawayê ji nû ve hatin bombekirin
Dewleta Tirk a ku Efrîn dagir kiriye tevî komên xwe yên çete bi topan navçeya Şêrawayê bombebaran kirin. -
Tifaqa artêşa Tirk a bi DAÎŞ'ê re
Mûhammed Toqan li tifaqa qirêj a dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê û OSO mikur hat. Toqan anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek çeteyên DAÎŞ'ê hene. -
Zext û êrîş li pêşiya perwerdeya li Şêrawayê nabin asteng
Li gel êrîşên dewleta Tirk û zextên rejîma Sûriyeyê KPC-Demokratîk ji bo zarokên li Şêrawayê bêperwerde nemînin, li xaniyên ku peyda dike zarokên li herêmê perwerde dike. -
Artêşa Tirk a dagirker li Mabatayê agir bi daristanê xist
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Kaxrê yê Mabatayê agir bi daristanê xist. -
Li Efrînê 3 sivîlên din hatin revandin, 2 jê birîndar bûn
Li Efrînê ya ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagikirin sê sivîl hatin revandin, li Şerayê di şer de 2 sivîl birîndar bûn. -
Li Efrînê çalakiyên karîger: 7 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariyê yên Efrînê diyar kir di navbeyna 27-28'ê Îlonê de li Şera û şêrawa ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên bi ser wan ve çalakiyên karîger kirine. -
Li warê genim festîvala nan û genim
Li du bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 'festîvala nan û genim' pêk tê. Festîvala destpêkê li bajarê Tirbespiyê pêk hat. Di festîvalê de endamên jinên kooperatîfê, çanda çandiniyê ya jinan nîşan dan. -
Efrîniyên li kampa Serdemê xwe ji bo zivistanê amade dikin
Şêniyên Efrînê yên ku ji cih û warê xwe bi darê zorê koçber bûne û di kampa serdemê de bi cih bûne ji bo ku di zehmetiyên salê borî re derbas nebin bi alîkariya şeredariya kampa serdem amadekariya xwe yê zivistanê dikin. -
Li Qamişlo Nexweşxaneya Onkolojiyê wê were vekirin
Tê payin Nexweşxaneya Onkolojiyê ya li Qamişlo di nav 3 mehan de sazkar bibe. -
Çeteyên dewleta Tirk 5 sivîlên din revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qestel Xidraya ya girêdayî navçeya Bilbil a Efrînê 5 sivîlên din revandin. -
Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve gundên Şêrewa topbaran dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Şêrewa ya Efrînê dide ber topan. -
Xelkê Dêra Zorê ji bo vegera gundên xwe daketin qadan
Xelkê Dêra Zorê yên ku daxwaz kirin ku rejîma Sûriye ji gundên wan derkevin, dîsa daketin qadan. -
Artêşa Tirk bi çeteyên xwe ve darên Efrînê dibirin
Artêşa Tirk û çeteyên wê ev nêzî 15 roj in li Çiyayê Kor Xelo yê gundê Xezyana ya Mebatayê daran dibirin û difiroşin. -
Li Dirbesiyê Rustem Cûdî û 31 şervan hatin bibîranîn
Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Rustem Cûdî (Rustem Osman) û 31 şervanên azadiyê ku di meha Tebax û Îlonê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê li naveçya Dirbesiyê ya Hesekê hatin bibîranîn. -
Li Dêra Zorê hucreya DAÎŞ'ê hate têkbirin
Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li Dêra Zorê hucreyeke DAÎŞ'ê têk birin.