El Faris: Em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin

Yek ji serokê êla  mezin a Ereb a Sûriyê El Faris got ew ê li dijî dagirkeriya Sûriyê li ber xwe bidin. Faris got, ''Em tenê tiştekî dixwazin; bila qada hewayî li Tirkan bigirin piştre bila rûnin û binerin şer çawa tê kirin.''

Yek ji serekê mezintirîn êla Zibeyd a Ereban a li Sûriyê Şêx Ragib Beşşar El Faris li ser haziriyên dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê axivî. Faris got nifûsa wan li Sûriyê û Iraqê xilbe ye û ji serî de ew parçeyek ji Şoreşa Rojava ne.

DEWLETA TIRK JI MODÊLA XWESER DITIRSE

Faris li ser gefên dewleta Tirk a dagirkeriyê got, ''Em hînî gefxwarinên dewleta Tirk bûne, ji roja pêşî ya şoreşê ve gefê li me dixwe. Sîstema xweser a li vir ava bûyî ji bo xwe mîna talokeyekê dibîne. Ditirsin ku gelên Tirkiyê jî vê pergalê li ber xwe deynin. Ditirsin ku ev modêl bandorê li ser Tirkiyê jî bike.''

'LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ EM Ê ŞER BIKIN'

Faris li ser gefên Tirkan got, ''Heke dewleta Tirk êrîşê bîne ser xakên me, em gelên li herêma rêveberiya xweser em ê ji bo berevaniyê li xaka xwe bikin şer bikin. Li dijî dagirkeriyê hewce bikin heta mirinê em ê li ber xwe bidin. Tirk Kurdan mîna 'terorîst'an dibînin û dixwazin êrîşê bînin ser xaka me. Ev kelevajî û bêfihêtî ye. Kurdan li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û berdêlên giran dan. Ez dîsa dibejim, heke Tirk ji bo dagirkirinê werin, ji bo ku gelên me bi ewlehiyê bijîn, ji bo berevaniya li pergala ku me ava kiriye û xaka xwe em ê şer bikin.''

'BILA QADA HEWAYÎ BIGIRIN Û PIŞTRE RÛNIN Û BINERIN'

Faris herî dawî got, ''Heke Tirk êrîşê bi ser xaka me de bînin, ji koalîsyona navnetewî û DYE'yê tekane daxwaza me ew e ku qada hewayî ya Sûriyê li Tikran bigirin'' û domand, ''Ji bo şer em baweriya xwe bi kesî nayînin, em ji yekîtiya nav gelên xwe bawer dikin. Tirsa me ji kesî tine. Bila tenê qada hewayî li Tirkan bigirin û piştre lê binerin zarên Kurd û Ereban çi şerî dikin. ''