ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Fermandarê HAT’ê Tolhildan Zagros li Girê Spî şehîd bû
Fermandarê HAT’ê Tolhildan Zagros di Berxwedana Rûmetê ya li Girê Spî li dijî dagirkeriyê de şehîd bû. -
Rêveberiya Xweser: Derbarê peymanê em ê piştre daxuyaniyekê bidin
Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif diyar kir ku wan peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nirxandine û wê piştre helwesta xwe zelal bikin. -
Xalên peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de
Peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ya li Soçîyê hate eşkerekirin. -
Nasnameya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 6 şervanên ku 10-20’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn eşkere kir. -
Şervanên QSD’ê nehiştin çete êrîşî gundê Menecir û Mişrefayê biki
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Menecir û Mişrefayê yên Serêkaniyê kirin. Şervanên QSD’ê li çeteyan dan. -
Li ser esmanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê balafirên keşfê digerin
Balafirên şer ên Tirk li esmanên Dirbêsiyê, Eyn Îsa û Girê Spî difirin. -
Şehîdên Berxwedan Rûmetê spartin axê
Cenazeyê 4 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merassîmekê spartin axê. -
Şehîdên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin
Li Serêkaniyê şehîdên QSD’ê bi merasîmeke heybet hatin veşartin. Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got: “Cîhan tev deyndarê yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer kirine ye.” -
Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan
Bi hezaran kes li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku girêdayî Rêveberiya Xweser in li dijî dagirkeriya Tirk daketin kolanan. -
Li Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Şervanê QSD’ê Mihemednûr Ebdulah û Amar Faris ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Amûdê bi merasîmekê hatin veşartin. -
Li Serêkaniyê artêşa Tirk bi sûîkastê li sivîlan dide
Artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê bi sûîkastê li sivîlan da, du sivîl birîndar bûn. -
Li Zirganê êrîşa SÎHA'yê: 1 kes şehîd bû, 3 kes birîndar bûn
Amûra Hewayî ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) ya artêşa Tirk a dagirker li gel agirbestê jî êrîş bire ser navçeya Zirganê ya Serêkaniyê. Endamekî Ewlehiya Navxwe şehîd bû, 3 şervanên QSD'ê birîndar bûn. -
Dagirkeran êrîşî rojavayê Girê Spî kirin, şer diqewime
Hêzên Tirk ên dagirker êrîşî gundekî li rojavayê Girê Spî kirin. Ji ber êrîşê şer diqewime. -
'Tirkiye dixwaze weke 1915'an qira me bîne'
Yek ji Ermenê Hesekê Hovsep Sarkîs got dewleta Tirk mîna li Ermeniyna kirî dixwaze qira gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî bîne û got,'Divê welatên cîhanê ji şaşiya xwe vegere, vê komkujiyê rawestîne.'' -
Yûsif: Dewleta Tirk fosfora spî û nepalm bikar anî
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrîşa dagirkirinê ya li ser Rojava de gelek caran sûcê şer kir û got: “Fosfora spî û nepalm jî bikar anî, têkildarî vê dosya hatine amadekirin û komîsyonek jî hatiye avakirin." -
Dêrên li Serêkaniyê li ber xeteriya hilweşînê ne
Li Serêkaniyê ya ku bawerî hemû bi hev re dijiya, Dêra Sûryanî ya ku çeteyan sala 2013’an mayîn kirî û texrîb kiribû, dîsa bê cemaet ma. -
Li Til Temirê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mehbûd ê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Til Temirê hate veşartin. -
‘Dewleta Tirk 37 carî agirbest binpê kiriye’
Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl ragihand ji roja 18’ê Cotmehê ku agirbest hate îlankirin û şûnde dewleta Tirk ji esman û erdê ve 37 carî agirbest binpê kiriye. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Li Menacîrê wesayîteke zirxî ya dagirkeran hate rûxandin
Wesayîteke zirxî ya arêtşa Tirk a dagirker a êrîşî gundê Menacîr a Serêkaniyê kir hate rûxandin. -
Li Kobanê cenazeyê 5 şehîdên QSD’ê hate veşartin
Di Berxwedana Rûmetê de ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk 5 şervanên QSD’ê şehîd bûbûn. Cenazeyê şehîdan li Kobanê hate veşartin. -
Dewleta Tirk di nava rojê de gelek caran agirbest binpê kir
Artêşa Tirk a dagirker ligel ku agirbest heye jî êrîşî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Artêşa Tirk a dagirker vê êvarê êrîşî gundê Qilzelî yê Eyn Îsayê kir. -
Xelkê Efrînê li pêşiya Navenda Rûsya ya li Şehba çalakiyek kirin
Xelkê Efrînê ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gundê Wehşiyê ber bi navenda leşkerî ya Rûsya ya li Şehbayê ve meşiyan. -
Li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê çalakî hate lidarxistin
Kurdistanî li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. -
QSD'ê nasnameya 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kir
QSD’ê nasnameya 14 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn eşkere kir.