Dewleta Tirk di nava rojê de gelek caran agirbest binpê kir

Artêşa Tirk a dagirker ligel ku agirbest heye jî êrîşî gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Artêşa Tirk a dagirker vê êvarê êrîşî gundê Qilzelî yê Eyn Îsayê kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Qilzelî yê Eyn Îsayê kirin. Li ser herêmê balefirên keşfê jî geriyan. Şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan û li herêmê şer dest pê kir.

Dewleta Tirk ji roja îlankirina agirbestê û heta niha qet navber neda êrîşên xwe. Rejîma Tirk gelek caran agirbest binpê kir û êrîşî gelek qadan kir.

Artêşa Tirk di nava rojê de êrîşî gundên Xirbit El Beger û Kor Hesen ê li başûrê rojavayê Girê Spî kir.

Artêşa Tirk ji hewayî û bejahî ve jî gundên li bakurê Eyn Îsayê bomberdûman kir.

Di destê sibehê de gundê Ulm Îşîb ê di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê de jî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hate bomberdûmankirin.

Piştî nîvro şervanên QSD’ê di çarçoveya xweparastinê de bersiv dan hêzên dagirker ên Tirk ên ku êrîşî gundê Zirganê yê Serêkaniyê kiribûn. Di vê çalakiyê de panzêreke Tirkan hate îmhakirin.

Di heman saetan de dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Mişrefa yê Serêkaniyê kir. Ji ber êrîşê li herêmê şerekî giran rû da.