Li Menacîrê wesayîteke zirxî ya dagirkeran hate rûxandin

Wesayîteke zirxî ya arêtşa Tirk a dagirker a êrîşî gundê Menacîr a Serêkaniyê kir hate rûxandin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê agirbest binpê kir û êrîş bire ser gundê Menacîr a dikeve başûrê rojhilatê bajarê.

Şervanên QSD’ê bersiva êrîşê da û wesayîteke zirxî li gel çeteyên li nav têk bir.

Hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.