Li Til Temirê şehîdê Berxwedana Rûmetê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mehbûd ê di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, li Til Temirê hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Mehbûb ê 18’ê Cotmehê di êrîşa qirker û dagirker a dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbû, li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan kesên ku cenazyê şehîd ji Meclîsa Malbatên Şehîdan girt, ber bi Şehîdgeha Tir Temirê ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî destpê kir û piştre endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Merî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Merî diyar kir ku wê heta dawî li ser rêya şehîdan bin.

Cenazeyê şehîd Mehbûb bi dirûşman veşartin.