Xalên peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de

Peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ya li Soçîyê hate eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê peymana ku ji 10 xalan pêk tê wisa ye:

"Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li ser van xalan li hev kirine.

  1. Her du alî jî diyar dikin ku wê girêdayî yekparetiya axa Sûriyeyê bin û hurmetê didin fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê.
  2. Her du alî li Sûriyeyê wê ‘têkoşîna li dijî terorîzmê’ bidomînin.
  3. Hêzên YPG û QSD’ê yên ku 32 kîlometreyan xwe bera jêrî sînorê Sûriye û Tirkiyeyê dane, wê bi paş ve vekişin û dev ji çekê berdin.
  4. Her du alî qîmetê didin Peymana Edeneyê.
  5. Piştî 23’ê Cotmeha 2019’an yekîneyên artêşa Sûriyeyê û polîs û leşkerên Rûs wê têkevin herêmên li başûrê sînorê Tirkiyeyê û divê Kurd di nava 150 saetan de ji van herêman xwe vekişînin.
  6. Di nav axa Sûriyeyê de heta 10 kîlometreyan wê Sûriye û Tirkiye dewriyeyên hevpar bikin.
  7. Hêzên YPG û QSD’ê yên li Minbîc û Til Rifatê wê xwe vekişînin.
  8. Her du alî qewl didin hev ku wê penaber bi dildarî û bi ewlehî vegerin.
  9. Ji bo kontrolkirina pêkanîna vê peymanê, wê mekanîznameyeke muşterek a venihêrînê were avakirin.
  10. Wê her du alî piştgiriyê bidin çareseriya siyasî ya ji bo krîza li Sûriyeyê.”