Li Kobanê cenazeyê 5 şehîdên QSD’ê hate veşartin

Di Berxwedana Rûmetê de ya li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk 5 şervanên QSD’ê şehîd bûbûn. Cenazeyê şehîdan li Kobanê hate veşartin.

Îro bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê; Silêman Nebo (Siyamend Reqa), Ridwan Bozî (Zinar Kobanê), Osman Ehmed (Qehreman Partîzan) Rocîn Ehmed (Nocan Harûn), Badî Qadir (Demhat Kadoz) li Goristan Şehîd Dîcla ya Kobanê veşartin. Her wiha li goristanê, du şehîd Delîl Ismaîl (Qendîl Girik) û ji fermandarên YPJ`ê Sûad Cuma (Zîn Amara) hatin bibîranîn.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê û endamên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û saziyên sivîl tevlî merasîmê bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre, Hevserokê Desteya Erka Xweparastinê ya bajarê Kobanê Ismet Şêx Hesen îşaret bi komkujiyên artêşa Tirk a dagirker der heqê gelên herêmê de destnîşan kirin. Şêx Hesen teqez kir ku kesek nikare vîna gelên berxwedêr bişkîne.

Şêx Hesen bang li gelên herêmê kir ku piştgiriya şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk bikin.

Ji aliyê xwe ve Endama Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk Şêrîn Osman axivî û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahiya çekên giran û qedexekirî bi kar tînin."

Şêrîn soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina berxwedanê heya pêkanîna serkeftinê da.

Piştî wê wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiyê de şêniyan cenazeyên şehîdan spartin axê.