Nasnameya 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin

QSD’ê nasnameya 6 şervanên ku 10-20’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 6 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûne eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me li hemberî êrîşên berber ên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve bikaranîna mafê parastina rewa didomîne. Artêşa Tirk a dagirker binpêkirina agirbestê didomîne û bi balafirên êrîşî nuqteyên şervanên me dikin. Di şerê bersivdayîn û berxwedanê de hejmarek şevanên me şehîd bûn.

Em Hêzên Sûriye Demokratîk soza berxwedanê û şikandina hemû komployan didin şehîdan û malbatên wan. "

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Êrîş Amûdê

Nav û paşnav: Emar Faris

Navê dayikê: Gulê

Navê bav: Bedran

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 18‘ê Cotmeha 2019

****

Nasnav: Baran Egîd

Nav û paşnav: Amreh Reşîd

Navê dayikê: Perîxan

Navê bav: Reşîd

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 18‘ê Cotmeha 2019

****

Nasnav: Ceger Qamişlo

Nav û paşnav: Merwan El-Xilêf

Navê dayikê: Xezala

Navê bav: Îsmaîl

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 10‘ê Cotmeha 2019

******

Nasnav: Rizgar Rojava

Nav û paşnav: Ebas Mihemed

Navê dayikê: Turkiya

Navê bav: Feysel

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 20‘ê Cotmeha 2019

****

Nasnav: Sasûn

Nav û paşnav: Mihemed Nûr Abdullah

Navê dayikê: Meha

Navê bav: Silêman

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 18‘ê Cotmeha 2019

****

Nasnav: Şahîn Nûman

Nav û paşnav: Cîwar Hesen

Navê dayikê: Hindiya

Navê bav: Ebdurehîm

Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 16‘ê Cotmeha 2019