ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ciwan ji çar aliyên Kurdistanê tevlî Berxwedana Rûmetê dibin
Ciwanên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk xwe gihandin Rojavayê Kurdistanê tevlî berxwedanê bûn. Ciwanan bang li ciwanan hemûyan kirin ku tevlî Berxwedana Rûmetê bibin. -
Li Şehbayê jinên Efrînî dagirkerî şermezar kirin
Bi sedan jinên Efrînê yên li Şebayê bi meşekê ya ji gundê Wehşiyê dagirkeriya Tirk şermezar kirin û daxwaza vegera Efrînê kirin. -
Li gundê Leylan ê Serêkaniyê 8 fermandarên El Nûsra hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li dijî çeteyên El Nûsra lidar xistin. Di çalakiyê de 8 fermandarên El Nûsra hatin kuştin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Li Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 4 şehîdên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn sapartin axê. Her wiha ji bo 15 şervanan jî merasîmeke xiyabî hate kirin. -
Bi deh hezaran peyama ‘QSD vîna me ye’ dan
Xelkê Qamişlo yên li dijî dagirkeriya Tirk daketin qadan peyama ‘QSD vîna me ye’ dan. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Zirganê dikin
Artêşa Tirk û çeteyê wê bi dijwarî êrîş dibin ser bajarokê Zirgan ê Serêkaniyê. -
Xelkê Dirbêsiyê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi meşekê dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li bajarê Dirbêsiyê hate protestokirin. -
‘Ji derveyî QSD’ê em ti hêzan li ser xaka xwe naxwazin’
Xelkê Hesekê gotin: “Em li gel şervanên xwe yên QSD, YPG û YPJ’ê ne. Ji derveyî hêza xwe em naxwazin ti hêzek li ser axa me be.” -
Dagirker bi giranî êrişî xeta Zirgan-Til Temirê dikin
Çaksû diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên El Qaîdeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. -
QSD’ê nasnameya 14 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD`ê nasnameya 14 şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, eşkere kir. -
Li Şehbayê ji bo şehîdan merasîm hate lidarxistin
Gelên li Efrîn û Şehbayê îro li Kampa Berxwedanê kom bûn û ji bo şehîdên berxwedana li Rojhilatê Firatê merasîmek li dar xistin. -
Şêniyên Hesekê: Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin
Şêniyên Hesekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan û destnîşan kirin ku ji bilî QSD'ê ew ti hêzê naxwazin û diyar kirin, "Em ê xaka xwe ji dagirkeran re nehêlin." -
Li Şehbayê çenteyên dibistanê li zarokan hatin belavkirin
Desteya Tendirustiyê tevî Heyva Sor û Nexweşxaneya Evrînê bi alîkariya komîteya perwerdehiya civaka demokratîk îro li hemû dibistanan çenteyen dibistanan li zarokan belav kirin. -
Gelo Qardaş ê bibe serçeteyê DAÎŞ'ê li Îdlibê ye?
Qardaş ê ku ji aliyê Ebû Bekir Bexdadî ve di Tebaxê de weke 'xelîfe' hate destnîşankirin, herî dawî li Îdlibê hate wezîfedarkirin. Tê gotin ku ew jî li Îdlibê yan jî deverên din ên di kontrola Tirkiyeyê de ye. -
Li gundên Serêkaniyê bi dehan dagirker hatin kuştin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe yên ji DAÎŞ û El Nûsrayê ji şeva Yekşemê ve bi obus, tank û balafirên şer ên bêmirov bombeyan li gundên Serêkaniyê dibarînin. -
Şervana Ermen: Nebin hevparê êrîşa dewleta Tirk
Şervana Ermen Tamara Sarkîs: Me nekarîbû dayiktiyê ji zarokên xwe re bikin, li dijî DAÎŞ’ê me gelên dinyayê hemû parastin. Niha jî Tirk ji me re dibêjin ‚terorîst‘ û zarokên me qetil dikin. Hûn çima ji vê re dibin hevpar? -
Hêzên rejîmê hatin ser sînorê Dirbesiyê
Hêzên rejîmê tevî konvoyeke 15 wesayîtan hatin ser sînorê Dirbesiyê. -
Berdevkê DAÎŞ’ê El Muhacir jî hate kuştin
Berdevkê DAÎŞ’ê Ebû Hasan El Muhacir jî li gundê Eyn-El Baydah ê Cerablûsê hate kuştin. -
Artêşa Tirk Şehbayê bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehbayê bomberdûman dike. -
QSD’ê derbarê kuştina Bagdadî daxuyanî da
Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ku Serokê DAÎŞ’ê Ebûbekir El Bagdadî bi operasyona hevpar a DYE û QSD’ê li nêzî baregeha leşkerî ya Tirkan hatiye kuştin. -
Li Zirganê texrîbata artêşa Tirk a dagirker
Li Zirganê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di bomberdûmanan de gelek cih hilweşandin. Va ye dîmenên texrîbatan. -
Êrîşên dagirkeran didome
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ji duh ve êrîşî Zirgan-Ebû Rasina Serêkaniyê û Til Temirê dikin. Dagirkeran li vê derê derbên giran xwarin. -
Dîmenên îmhakirina wesayîta leşkerî ya li Babil Xêrê
Li Babil Xêrê wesatîyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyê QSD’ê hate îmhakirin. -
SÎHA’yên Tirkan li leşkerên rejîmê dan: 7 leşker birîndar bûn
SÎHA’yên dewleta Tirk a dagirker li gundê Bal El Xêr ê Zirganê li leşkerên rejîma Sûriyeyê dan. 7 leşker birîndar bûn. -
Xelkê Efrînê li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir
Gelê Efrîn û Şehbayê li Navçeya Fafînê êrîşên dewleta Tirk bi meşekê şermezar kirin.