Dêrên li Serêkaniyê li ber xeteriya hilweşînê ne

Li Serêkaniyê ya ku bawerî hemû bi hev re dijiya, Dêra Sûryanî ya ku çeteyan sala 2013’an mayîn kirî û texrîb kiribû, dîsa bê cemaet ma.

Dewleta Tirk a bi taybet bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re di bin navê ‘Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê’ komên çete yên mîna El-Qaîde, Îhvan kom kir û li dijî gel û baweriyên herêmê sûcê kirî ne cara yekê ye. Çeteyên ku Erdogan anî ba hev, di navbera salên 2012-2013’an de Serêkaniyê kiribû hedef, li dijî gelê herêmê sûc kiribû.

Komên çete yên mîna El- Nûsra, Gurebba Şam, Ehrar Xwêran, Etralî Resûl ên wê demê MÎT’ê li Dîlokê anî ba hev wê demê jî Selîm Îdrîs hebû û niha jî heman kes êrîşî Serêkaniyê dike.

Di dîroka 0’ê Mijdara 2012, 19’ê Kanûna 2012, 16’ê Çileya 2013 û 16’ê Tîrmeha 2013’an li Serêknaiyê çar êrîşên dorfireh û mezin ên çeteyan pêk anî, ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û gel ve hatibû têkbirin.

Li Serêkaniyê ku Kurd, Ereb, Sûryan, Çeçen, Tirkmen, Ermenî û Êzidî dijîn hemwext baweriyên cihê jî li xwe digire, di êrîşa duyemîn de Dêra Ortodoks a Sûryan li bajar hatibû texrîbkirin û dêr bi temamî hatibû mayînkirin.

DÊR MAYÎN KIRIN

Artêşa çete ya Erdogan ku bi xeyalê ku li ‘Mizgefta Emevî’ nimêj bikin ketibûn ser rê, kesên derveyî misilmanan serî jêkirin, jin recim kirin û sondxwariyên ku xwîna Kurdan fir bikin, wê rojê jî şiketina xwe ya yekem li Serêkaniyê xwarin. Serkêşê komên çete yên Eredgona Selîm Îdrîs û hevkarên wê El Nûsre dema ku şervanên YPG/YPJ’ê êrîşên wan şikandin û şûnde dêr bi temamî ji mayînan paqij kir û piştî zengên serketinê û şûnde dêr radestî xwediyên wê kirin.

Dêra Ortodoks a Suryan ku ji wê rojê û vir ve bi azadî lê îbadet dihate kirin, bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên El Qaîdê re ma bê cemaet. Şervana YPGJ’ê Hêlîn Serêkaniyê anî ziman ku dema çeteyan 2013’an êrîş kiribûn dêr texrîbkiribûn û heta zengên wê dizîbûn, wê demê dêr ji çeteyan hate rizgarkiri nû piştî hate nûkirin radestî xwediyê wê kirin. Şervana YPJ’ê Hêlîn Serêkanyê got:”Dêr jî yên me ne û mizgerft jî.”

‘DIVÊ LI DIJÎ VÊ TARÎTÎYÊ BAWERÎ JÎ RAWEST E’

Fermandara YPJ’ê Meryem Kobanê ya wan rojan dema ku dêr ji çeteyan rizgar kirin anî ziman ku hemû gel û bawerî di nava kêfxweşiyekê de bûn.

Meryek Kobanê êrîşên îro li ser Serêkaniyê bibîr dixe û got: “Îro dîsa gelê me, bawerî, dêr û mizgeftên me, siberoja me bûye hedefa hêzên tarî. Jin, zarok û ciwanên me tên qetilkirin. Bang li hemû alema Misilman û Xiristiyan dikim ku li dijî vê tarîtiyê dengê xwe bilind bikin.”