Li Îranê pêla binçavkirinê: 263 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê di nava 10 rojên dawî de 263 kes binçav kirin.
Hêzên dewleta Îranê di nava 10 rojên dawî de 263 kes binçav kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan (HRNA) ragihand ku di nava 10 rojên dawî de 263 Kurd û Îranî ji ber parvekirinên li ser medya dîjîtal hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 263 kes bêyî biryara dadgeriyê hatin binçavkirin.
Ji 13'ê Hezîranê dema destpêkirina şerê Îsraîl-Îranê û vir ve hêzên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest bi pêleke mezin a binçavkirinê kirine.