Li Amûdê şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin

Şervanê QSD’ê Mihemednûr Ebdulah û Amar Faris ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, li Amûdê bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cenazeyên şervanên QSD`ê Mihemednûr Abdullah (Sason), Amar Fars (Îrîş Amûdê) li Goristana Şehîd Îsmaîl a li navçeyê bi merasîmekê veşartin.

Girseya gel tevî şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên civaka sivîl, cenazeyên şervanan ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergertin û ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve çûn.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. piştre, li ser navê Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê hevserokê meclîsê Hisên Ezam axivî û got Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) tekane hêza parastina herêmê dikin, her wiha dikarin li dijî artêşa Tirk li ber xwe bidin.

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya her 2 şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatan hate kirin.

Şehîd Mihemednûr Abdullah û Amar Faris di nava sloganên"Bijî berxwdana QSD`ê, berxwedan jiyan e" hatin veşartin.