ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirker bombe li gundê Mişrefa dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker tevî agirbestê jî bombeyan li ser gundê Mişrefa yê Serêkaniyê dibarîne. -
Li gundê Tirkmenan sivîl hatin qetilkirin!
Komên çeteyên dewleta Tirk li herêma Girê Spî li gundê Dadat ê ku piraniya wan Tirkmen in, gelek sivîl qetil kirin. -
Şervanê QSD’ê li Til Hemîsê bi merasîmeke girseyî spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Merwan Xelif (Ceger Qamişlo) ê di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûbû, li navçeya Til Hemîs a Herêma Cizîrê bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
6 şehîdên QSD’ê hatin veşartin
6 şervanên QSD’ê yên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn li Dêrikê hatin veşartin. -
Jinên Hesekî: Em ji bo rûmet û xaka xwe li ber xwe didin
Jinên Hesekê diyar kirin, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê ji bo parastina rûmet û xaka xwe li ber xwe bidin. -
Dewleta Tirk a dagirker gundê Ûm Îşîb bombe kir
Dewleta Tirk a dagirker gundê Ûm Îşîb bombe kir. Ji ber bombardûmanê şervanekî QSD'ê şehîd bû. -
Daxuyaniyên Trûmp pêşiya qirkirina etnîkî vedike
Rêveberiya Xweser bibîr xist ku dewleta Tirk bi binpêkirina agirbestê re sivîlan qetil dike, diyar kir ku daxuyaniyên Trûmp a agirbest bi serketî dewam dike, pêşiya qirkirina etnîkî ya dewleta Tirk dike armanc vedike. -
Berdevkê QSD'ê Kîno Gabrîyel: Me hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişand
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyel diyar kir ku di çarçoveya agirbestê de wan hemû hêzên xwe yên li Serêkaniyê vekişandine. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulkerîm li Reqa hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulkerîm El-Rehîl (Amargî) ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Reqayê hate veşartin. -
Şehîdê YPG’ê Hesûn hate bibîranîn
Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê şehîdê YPG’ê Mihemed Hesûn hate bibîranîn. Di çalakiyê de Berxwedana Rûmetê hate silavkirin. -
Nasnameya 16 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin
QSD’ê nasnameya 16 şervanên 8-18’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên qireker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne eşkere kir. -
Tîmên fûtbolê yên Swêd û Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan
Tîma fûtbolê ya Swêdê Hammarby û ya Hobro Ik a Danîmarkayê diyar kirin ku ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê ew ê kampên xwe yên li Tirkiyeyê betal bikin. -
Şehîdên Rûmetê bi merasîmekê spartin axê
Şehîdê Berxwedana Rûmetê Welat Elî (Devrîm Botan) û Xelef Wilo (Serhed Berkevirê) bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî spartin axê. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Şervanên QSD’ê Welîd Xalid (Welîd Hesekê) û Mihemed Salih (Hemê Reş) yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn li Amûdê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
MSD’ê binpêkirin eşkere kir û bang li şandeyeke pispor kir
MSD’ê bi rêya civîneke çapemeniyê sûc û binpêkirinên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, bi wêne û belge nîşan da û bang li şandina şandeyên pispor kir ku sûcên ku hatine belgekirin. -
Rewşenbîrên Efrînê daxwaza yekbûna Kurdan kirin
Rewşenbîrên Efrînê bang li Kurdan kirin, ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin yek. -
Hêja Serxwebûn: Agirbest nîne, êrîşên xwe didomînin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne. Şervana YPJ'ê Hêja Serxwebûn got, "Agirbest nîne. Êrîşên xwe didomînin, lê nikarin bi berxwedana me." -
'Heta ku dewleta Tirk ji xaka me derkeve wê berxwedan bidome'
Endamê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şîrîn got armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku kaosê kûr bike û xaka Sûriyê tevî nav xaka xwe bike. -
Ji Serêkaniyê 4 şehîd û 30 birîndar hatin derxistin
Tîmên Heyva Sor a Kurd, Xaça Sor a Sûriye û Xaça Sor ên tevî hemû êrîşên dagirker ên dewleta Tirk xwe gihandin Serêkaniyê, cenazeyê 4 şehîd û 30 kesên birîndar ji bajar derxistin. Li bajar hê jî birîndar û cenazeyê şehîdan asê mane hene. -
Li Serêkaniyê di êrîşan de 22 jê zarok 235 sivîl şehîd bûn
Hevserokê Komîteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mûstafa diyar kir ku di 5 rojan de li Serêkaniyê 22 jê zarok, 235 sivîl şehîd bûne û 677 sivîl jî birîndar bûne. -
Ambûlans gihiştin birîndarên li Serêkaniyê
Tîmên Heyva Sor a Kurd û ya Xaça Sor ligel hemû dijwarî û bomberdûmana dewleta Tirk xwe gihandin nexweşxaneya Serêkaniyê. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin
Li Kantona Kobanê cenazeyê 3 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet ve hatin veşartin. -
Rêveberiya Xweser a Cizîr bang kir ku zextê li Tirkiye bê kirin!
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê, bang li civaka navnetweyî kir ku li dijî qetlîamên sivîlan ên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bibin û pêkanîna agirbestê, zexêt li wê bike. -
HRE: Li Şera û Şêrewayê 10 leşker û çete hatine kuştin
HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan 18’ê Cotmehê li navçeyên Şera û Şêrewa yên Efrînê li dijî leşkerên Tirk û çeteyên wê çalakiyên bi bandor kirine. HRE’yê diyar kir ku di çalakiyan de bi kêmanî 10 çete hatine kuştin. -
Şervanê QSD’ê Zana: Agirbest sembolîk e ji êrîşa mezin re amade be
Ligel peymana agirbestê ya Tirkiye û DYE’yê li Girê Spî êrîş didome. Şervanê QSD’ê Şervan Zana ê li eniya Ebû Sira ya Girsê Spî got ku “Agirbest tiştekî sembolîk e. Xwe ji êrîşeke mezin re amade dikin. Divê her kes vî tiştî bizanibe."