Şehîdên QSD’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Li Serêkaniyê şehîdên QSD’ê bi merasîmeke heybet hatin veşartin. Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got: “Cîhan tev deyndarê yên li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer kirine ye.”

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Enteriyê kom bûn ku cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê wergirin û navên wan wiha ne; şervanê Dîsplîna Leşkerî ya QSD’ê Mihemed Hafiz (Doran Qamişlo) ê ku di 17’ê vê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bûbû, her du şervanên QSD’ê Ebas Mihemed (Zirgar Rojava) ku 20’ê Cotmehê û Êmra Delê (Baran Egîd) ê ku di 18’ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûbû.

Piştî şêniyan cenazeyên her sê şehîdan (Doran, Rizgar û Baran) ku bi kulîlk, alên QSD’ê û kevokên aştiyê hatine xemilandin wergirtin, berê xwe da Goristana Şehîd Delîl Saroxan. Bi gihandina cenazeyan a goristanê re, diruşm û tilîliyên silavkirina Berxwedana Rûmetê ya bi serkêşiya QSD’ê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker li seranserî sînorê Sûriyê-Tirkiyê de tê kirin, bilind bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Casim axivî û berxwedana şervanên ku parastina xaka xwe di şerê Berxwedana Rûmetê dikin silav kir û wiha got: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek û li dijî hovîtirîn komên teror ên mîna El-Nusra û DAÎŞ’ê ku piştevaniya xwe bi awayekî eşkere ji Tirkiyê digirtin û yên ku niha piştî têkbirina çeteyên wê bi her hovîtî û tevahî çekên giran wek balfirên şer û çekên qedexekirî êrîşî Bakur û Rojilatê Sûriyê dike, li ber xwe da."

Ji aliyê xwe ve jî endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Aldar Xelîl berxwedana ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê silav kir û wiha got: "Em bejna xwe li ber mezintirîn berxwedana şehîdên ku canê xwe di oxira parastina xak ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de daye, ditewînin, bi teybat Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê û Girê Spî.”

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku pêwîst e di van rewşên hesas ku herêmê têre derbas dibe, şêniyên herêmê hevgirtî bin. Ji ber ku armanc, projeya neteweya demokratîk ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin, were têk birin.

Xelîl wiha dewam kir: "Ji sedsalan ve Kurd di komkujî û asîmîlasyonê re derbas dibin. Lê ti dewletekê li ser neaxiviye. Lê îro, bi saya berxwedana şênî û ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin ala QSD’ê de pêk tînin, tevahî dewletên cîhanê li ser berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, diaxivin. Pêwîstî bi rawestandina êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku bûye sedema koçberiya bi hezaran, şehîdbûna bi sedan û birîndaran.”

Di dirêjahiya axaftina xwe de Aldar Xelîl diyar kir ku cîhan deyndarê berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şerê hovîtirîn komên teror kiriye û yên ku îro bi dewleta Tirk re bi navê opozîsyona Sûriyê re êrîşan pêk tînin û piştrast kir ku şênî û ciwanên herêmê parastina xwe dikin û wê berxwedana wan bibe modela tevahî cîhanê.

Beriya ku cenazeyên şehîdên bi navên Goran, Baran û Rizgar bên oxirkirin, malbatên wan Berxwedana Rûmetê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û her wiha jî Muhsên Abdulhafiz bavê şehîd Mihemed Hafiz got: “ Ciwanên me nemirin lê îro dijîn û soza xwe ji bo parastina xak û rûmetê pêk anî. Vaye Kurd, li rex Ereb û Suryan disekine.”

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîdan ji hêla Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zevîn Şêxmûs ve hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Piştre cenazeyên Doran, Rizgar û Baran di nava tilîliyên dayikan de hatin veşartin.