Piştî êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê kê çi got?

Piştî êrîşa DYE'yê ya li dijî tesîsên nukleerê yên Îranê, NY'yê destnîşan kir ku 'tekane rê dîplomasî ye', YE'yê banga 'paşve gav bavêje' kir û Brîtanya jî ji Îranê xwest ku 'vegere muzakereyan'.

Şeva Şemiyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) sê tesîsên nukleerî Fordo, Natanz û Îsfahan bombebaran kir. Ev êrîş di qada navneteweyî de bû sedema nerazîbûnan.

YEKÎTIYA EWROPAYÊ BANG PAŞVE GAVAVÊTIN LI ALIYAN KIR

Berpirsyara dîplomasiya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas, bang li aliyan kir ku rageşiyê kêm bikin û vegerin muzakereyan. Kallas, destnîşan kir ku divê Îran çekên nukleerî pêş nexe. Wezîrên derve yên YE wê roja Duşemê li ser rewşê li hev kom bibin.

GUTERRES: GEFEKE RASTERAST LI SER AŞTÎ Û EWLEHIYÊ YE

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, zêdebûna aloziyê li herêmê wekî "gefeke rasterast li ser aştiyê û ewlehiyê" bi nav kir. Guterres, diyar kir ku pevçûn dikarin bibin sedema karesateke mezin ku bandor li sivîl, herêm û tevahiya cîhanê bike û got "Çareseriyeke leşkerî tune, ji bo pêşdeçûnê tenê rê dîplomasî ye."

STARMER: DIVÊ ÎRAN VEGERE SER MASEYA MUZAKEREYAN

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer bang li Îranê kir ku vegere ser maseya muzakereyan. Starmer diyar kir ku divê destûr neye dayîn Îran çekên nukleerî pêş bixe û got ku DYE’yê ji bo kêmkirina vê gefê tedbîran digire.

IRAQ'Ê ÊRÎŞÊN DYE’YÊ ŞERMEZAR KIR

Hikûmeta Iraqê êrîşên DYE’yê yên li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê wekî "gefek li ser aştiya herêmî" bi nav kir. Berdevkê hikûmetê Basim Alawadî got ku çareseriyên leşkerî nikarin şûna dîplomasiyê bigirin.

ÎRAN JI BO KONSEYA EWLEHÎ NAMEYEK LEZGÎN ŞAND

Îranê nameyeke lezgîn ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û êrîşên DYE’yê wekî dijî qanûnên navneteweyî bi nav kir û bi tundî şermezar kir.

Mîsyona Îranê, got ku DYE’yê û Îsraîlê "binpêkirinên eşkere yên qanûna navneteweyî" kirine û divê ew berpirsiyariya tevahî ya van binpêkirinan hilgirin ser milê xwe û hesab bidin.

UAEA BI AWAYEK LEZGÎN KOM DIBE

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Grossi, ragihand ku ji ber krîza li Îranê wê civîneke awarte ya lijneya rêvebiran lidar bixin.

HERZOG: AZADÎ, PÎVANÊN BERPIRSYARÎ BI SERKETIN

Serokê Îsraîlê Isaac Herzog, bûyeran wekî serkeftina prensîbên azadî û ewlehiyê bi nav kir. Herzog, rewş wekî "Kêliyek diyarker a di navbera teror û hêvî de" nirxand.

UMMAN ÊRÎŞAN ŞERMEZAR KIR, BANG KÊMKIRINA RAGEŞÊ KIR

Umman ku wekî navbeynkarê muzakereyên nukleerî di nava herdu aliyan de rol dilîze, êrîşên DYE’yê şermezar kir û daxwaza kêmkirina rageşiyê kir.Berdevkê Wezareta Têkiliyên Derve yê Ummanê, diyar kir ku êrîşa DYE’yê dê çarçoveya şer berfireh bike û got ku qanûna navneteweyî tê binpêkirin.

EREBISTANA SÛDÎ BI 'FIKAREKE MEZIN' DIŞOPÎNE

Erebistana Siûdî, diyar kir ku ew bi fikareke mezin êrîşên DYE’yê dişopîne.

HÛSÎ: EV RAGIHANDINEKE ŞER A LI DIJÎ GELÊ ÎRANÊ YE

Serhildêrên Hûsî yên Yemenê jî êrîş wekî ragihandina şer li ser gelê Îranê nirxandin. Hûsî, ragihand ku ew amade ne ku hedefên DYE’yê yên li Deryaya Sor bixin.