Şehîdên Berxwedan Rûmetê spartin axê
Cenazeyê 4 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merassîmekê spartin axê.
Cenazeyê 4 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merassîmekê spartin axê.
Şêniyan cenazeyê şervanên QSD‘ê Abdullezîz Şêx Xelef (Zagros Cûdî), Ednan Hesen (Mezlûm Qamişlo), Remedan Simo (Zagros Til Temir) û endamê hêzên Ewlekariya Hundirîn Abdullhemîd Silêman ên li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn ji ber navaneda MeclÎsa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê wergitin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê bi navê YPG`ê Mihemed Nebî Kotî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em ew gelê ku pîvana berxwedan û têkoşînê ji xwe esas girtiye. Ji ber wê jî em ê heta nefesa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin."
Piştre jî nasnameya şehîdan ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Dilxwaz Xelef ve hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Malbatên şehîdan soz dan ku ew ê şopadarên rêya şehîdan bin heta hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Di dawiyê de cenazeyê her çar şehîdan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin veşartin.