ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD: Dewleta Tirk agirbestê binpê dike
QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk agirbest binpê kiriye, êrîş ranewestandiye û destnîşan kir, "Tevî ku 30 saet di ser agirbestê re derbas bûne bajarê Serêkaniyê hîn jî dorpêçkirî ye, nahêlin ku ji bo sivîlan û birîndaran korîdorek bê avakirin." -
MSD: Divê çavdêrên navneteweyî bên şandin
MSD’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk agirbest bipê kir, banga şandina çavdêrên navneteweyî ya ji bo herêmê kirin. -
QSD: Ji êrîşên piştî agirbestê û vir ve 13 şervan û 5 sivîl şehîd bûne
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gorî agirbestê tevnagerin û ji saeta îlana agirbestê û vir ve Serêkaniyê derdorên agirbest li xwe digire tên bombekirin. Di êrîşan de 13 şervan û 5 sivîl şehîd bûne. -
ANHA’yê xwe gihand belgeya sûcê dewleta Tirk a dagirker
ANHA’yê xwe gihand dîmên dişibin bikaranîna bombeyên fosfor ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Serêkaniyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. -
Şervanên QSD’ê helîkopterek xistin
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê îddîa kiribû ku helîkoptereke wan ji ber qezayê ketiye. Lê derket holê ku şervanên QSD’ê ew helîkopter xistine. -
Li Efrînê 9 çete hatin kuştin
HRE’yê ragihan ku di çalakiyên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ya li herêma dikeve navbera Besûta û navenda bajarê Efrînê 9 çete hatine kuştin. -
NY: Bi kêmanî 165 hezar kes koçber bûn
Saziyên NY’yê daxwaza lezgîn kir ku alîkariyên mirovî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bê kirin, bal kişand ku ji ber şer heta niha bi kêmanî 165 hezar kes koçber bûn. -
Şervan Sason: Divê her kes wekî şervanên QSD’ê li ber xwe bidin
Fermandarê QSD’ê yê Serêkaniyê Şervan Sason: Çawa ku şervanên QSD’ê li Serêkaniyê 5 metre li pêş xwe mirinê dibîne û dikeve çeperan, divê her kes wekî vî giyanî tevbigere. -
Cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê di nav tilîliyên dayikan û dirûşmên silavkirina berxwedana QSD’ê de spartin axê. -
Êrîşên qirker ên dewleta Tirk li Kobanê hate protesotkirin
Li dijî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xelkê Kobanê yên daketin qadan banga lezgîn li raya giştî ya navneteweyî hate kirin kuli dijî qetlîaman bikevin nava tevgerê. -
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk li gorî peymana agirbestê tevnagere
Rêveberiya Xweser: Dewleta Tirk li gorî peymana agirbestê tevnagere. Keleha Berxwedanê Serêkaniyê di serî de, li hemû herêman êrîş didome. Di van êrîşan de gelê sivîl birîndar dibin û tên qetilkirin. -
Swêd wê 100 milyon kron alîkariyê bişîne ji Bakurê Sûriyeyê re
Hikumeta Swêdê diyar kir ku wê 100 milyon kron alîkariyê bişîne ji Bakurê Sûriyeyê re. -
QSD’ê nasnameya 15 şehîdên Berxwedana Rûmetê eşkere kir
QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 15 şervanên 11-17’ê Cotmehê di Berxwedana Rûmetê de li keleha berxwedanê Serêkaniyê û Eyn Îsayê şehîd bûne, eşkere kirin. -
Qetlîama li gundê Mişrafayê derket holê
Qetlîama dewleta Tirk a dagirker ya li gundê Mişrafayê ya Serêkaniyê derkete golê. Gelê ku ji Cizîrê bi rê ket, cenazeyê 12 sivîlan ji bin kavilan derxistin. Ev gund di 9’ê Cotmehê de hatibû bomberdûmankirin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin
Li bajarê Dêrikê bi tevlîbûna hezaran kesî cenazyê 7 şeranên YPG/YPJ û QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbûn bi merasîmeke heybet hatin veşartin. -
QSD'ê encama şerê doh ê beriya biryara rawestandina şer eşkere kir
QSD'ê diyar kir ku di şer û berxwedana beriya ragihandina biryara rawestandina şer de, herî kêm 93 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Di şer de 9 şervanên QSD'ê şehîd bûn. -
Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Serêkaniyê didomin
Li gel lihevkirina dewleta Tirk û DYE'yê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji doh bi şev ve didomin. -
Şêniyên Heseke: Em ê xwe bigihînin birîndarên xwe
Şêniyên Hesekê ku ji bo xwedîderketina li berxwedana li Serêkaniyê bi rê ketin, lê belê ji ber astengkirinê neçar man vegerin gotin, "Tevî her tiştî jî em ê xwe bigihînin birîndarên xwe." -
QSD: Agirbest herêma navbera Girê Spî û Serêkaniyê li xwe digire
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD’ê ve hate kirin, hate ragihandin ku agirbest herêma navbera Girê Spî û Serkaniyê li xwe digire, îşev ji saet 22:00’an û şûnde dikeve meryetê. -
Ebdî lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de nirxand
Ebdî: Divê gelê me bizanbe ku agirbes ji bo deverên dikevin di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de şer lê rû didin derbasdar e. Ji bo ev agirbest jî bi encam bibe, em QSD jî tişta ji destê me bê em ê bikin. -
Xelîl: Rêveberiya Xweser wê rewşê binirxîne
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ku daxuyaniya piştî hevdîtinên di navbera DYE û Tirkiyeyê hate kirin nirxand û got: “Rêveberiya Xweser piştî nirxandina rewşê û şûnde wê biryarê bide.” -
86 hezar xwendekar ji mafê perwerdehiyê mehrûm bûn
Komîteya Perwerdehî û Hînedkariyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber êrîşên dagirkeriyê li 810 dibistanan perwerdehî sekinandine. -
Dîmenên destpêkê yên Nexweşxaneya Serêkaniyê ku sûcê mirovahiyê lê hatin kirin...
Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê didome, dewleta Tirk bi êrîşa li ser nexweşxaneyê re sûcê mirovahiyê kir. Nûçegihanên me Ersîn Çaksû û Rûken Cemal xwe gihandin nexweşxaneyê û rewşa wir ragihandin. -
QSD’ê dest danî ser nasname, çente û alavên çete û leşkeran
Çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî êrîşî hêzên QSD’ê kiribûn. QSD’ê derbên giran li leşker û çeteyan da û dest danî ser nasname, çente û alavên wan. -
Xelkê berê xwe dan Kelha Berxwedanê Serêkaniyê: Çalakî wê bidomin
Gelê xwestin xwedî li Kelha Berxwedanê Serêkaniyê û berxwedanê derbikevin ji bajarê Til Temir ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan Serêkaniyê, hatin astengkirin. Gelê ê nerazîbûn nîşanî vê da gotin: “Wê çalakiyên xwedîderketina berxwedanê bidomin."