Li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê çalakî hate lidarxistin

Kurdistanî li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Kurdistanî bi çalakiyên cihê êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto dikin.

Kurdistaniyan diyar kirin ku heta êrîş bi dawî bibin wê li qadan bin û îro jî li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê hatin ba hev.

Piştî çalakiyê heyeteke çalakgeran li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk, qetlîamên li ser sivîlan û sûcên şer dosyeyek dan wezaretê.