‘Dewleta Tirk 37 carî agirbest binpê kiriye’

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl ragihand ji roja 18’ê Cotmehê ku agirbest hate îlankirin û şûnde dewleta Tirk ji esman û erdê ve 37 carî agirbest binpê kiriye.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD’ê Rêdûr Xelîl ê ji ANHA’yê re axivî, ragihand ku dewleta Tirk a dagirker tevahiya agirbestê bi dehan car agirbest binpê kiriye.

Xelîl destnîşan kir ku li gorî rewşa heyî dewleta Tirk li gorî peymanê tevnegeriya ye, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandiye.

Her wiha Xelîl daneyên binpêkirinên agirbestê jî parve kir.

Li gorî van daneyan dagirkeran deh carî bi esmanî, 27 carjî jî bi erdê re bi giştî 37 carî argirbest binpê kiriye.

Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê roj bi roj wiha ne:

Roja 18 cotmehê 2019

Êrîşên Bejahî: 7

Êrîşên Hawayî: 5

Êrîşên Topbaranê: 4

Şehîdên QSD’ê: 9

Birîndarên QSD’ê: 41

19‘ê Cotmeha 2019

Êrîşên Bejahî: 3

Êrîşên Hawayî: 2

Êrîşên Topbaranê: 3

Şehîdên QSD’ê: 17

Bırîndarên QSD’ê: 25

20‘ê Cotmeha 2019

Êrîşên Bejahî: 2

Êrîşên Hawayî: 1

Êrîşên Topbaranê: 4

Şehîdên QSD’ê: 16

Bırîndarên QSD’ê: 3

21‘ Cotmeha 2019

Êrîşên Bejahî: 1

Êrîşên Hawayî 2

Êrîşên Topbaranê: 3

Şehîdên QSD’ê: 15

Birîndarên QSD’ê: 21