Li Îranê erdheja bi mezinahiya 5.1 pileyî
Li Îranê ku di bin hedefa Îsraîl û Îranê de ye, vê carê jî bi mezinahiya 5.1 pileyî erd hejiya.
Li Îranê ku di bin hedefa Îsraîl û Îranê de ye, vê carê jî bi mezinahiya 5.1 pileyî erd hejiya.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê, erdhejê bandor li bajarên Tehran, Kerec, Demavand û Kûmê kir.
Hate ragihandin ku erdheja bi 5.1 pileyî bi 10 kîlometreyan li binê erdê û bi 37 kîlometreyan li başûrrojavayê bajarê Semnanê pêk hat.
Ajansa nûçeyan a Îranê Tasnîmê ragihand ku mezinahiya erdhejê 5.2 pile bû.
Ajansa nûçeyan a fermî Îrnayê jî ragihand ku ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye, tenê xisar li malekê bûye.