ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk bombeyan li gundê Dawudiyê dibarîne
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi desteka balafirên keşfê bomeyan li gundê Dawudiyê ya Serêkaniyê dibarîne. -
Gelê Dirbêsiyê: Em ê xaka xwe bernedin
Li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û êrîşên li ser sivîlan gelê Dirbêsiyê got, ''Em ê xaka xwe bernedin. Heke Erdogan Kurdekî bikuje, wê bi hezaran Kurd li pêşberî xwe bibîne.'' -
Ji Serêkaniyê gundê Coxa dîmen e..
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Coxa, dema êrîşê xisara ku bûyî kete ber kamerayên me.. -
Bîlançoya dagirkeriyê ya li gundên Serêkaniyê
Artêşa Tirk û çeteyên wê tevahiya rojê êrîşî gundên Serêkaniyê kir, şervanên QSD’ê jî di çarçoveya xweparastinê de bersiv da. Li herêmê derbên xurt li dagirkeran hate xistin. -
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundên Girê Spî dike
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Evdiko û Bîrketikê ya Girê Spî dike. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan dide. -
Nasnameya 7 şervanên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerkekirin
QSD`ê nasnameyên şervanên li Girê Spî û gundewarên wê û Serêkaniyê ku di Berxwedana Rûmetê şehîd bûne, eşkere kir. -
Di şerê li Menacîrê de 2 kes birîndar bûn
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Menacîr a Serêkaniyê. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. -
Artêşa Tirk malbatek kir hedef: 4 jê zarok 6 kes birîndar bûn
Rejîma Tirk a dagirker li gundê Recam ê Eyn Îsa malbatek kir hedef û lêdan, 4 jê zarok 6 kes birîndar bûn. -
Dagirker êrîşî Nûh, Esadiyê, Mişrefa û Til Diyapê dikin
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundên Nuh, Esadiyê, Mişrefa û Til Diyop ên Serêkaniyê dike. -
QSD:Di 24 saetan de 44 çetee hatin kuştin
QSD’ê encama 24 saetên dawî yên Berxwedana Rûmetê ya li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku bi kêmanî 44 çete hatine kuştin. -
Li Girê Spî teqîneke mezin rû da: Herî kêm 12 dagirker mirin
Li bajarokê Hemam Turkmen ê Girê Spî teqînek li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk hat. Di encamê de herî kêm 12 dagirker mirin. -
Li Mişrafayê 3 şervan ji ber bombardûmana dagirkeran birîndar bûn
Artêşa Tirk a dagirker tevî agirbestê jî bi balafirên bê mirov ên bi çekê êrîşî gundê Mişrafa yê Serêkaniyê kir. Ji ber êrîşê 3 şervanên QSD'ê birîndar bûn. -
Di çalakiyên tolhildanê de 4 leşker û 4 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di çalakiyên wan de 4 leşker û 4 çeteyên dewleta Tirk ên dagirker hatine kuştin. -
Ji Hêzên Ewlekariyê û polîsên leşkerî yên Rûs dewriyeya hevpar
Hêzên Ewlekariya Navxweyî û polîsên leşkerî yên Rûs li rojavayê Qamişloyê bi hev re li dewriyeyê geriyan. -
Dewleta Tirk a dagirker 3 kedkarên tenduristiyê qetil kir
Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, çeteyên ser bi dewleta Tirk li Girê Spî li bajarokê Silûkê sê kedkarên tenduristiyê revandin û bi hovane qetil kirin. -
Li gundê Leylan ê Serêkaniyê 3 çete hatin kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundê Leylanê yê Serêkaniyê kirin. Şervanê QSD'ê bersiv dan êrîşê û di encamê de 3 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. -
NY: Ji bo pêşî li krîza mirovî were girtin divê şer were rawestan
Alîkara Sekretera Giştî Ursula Muller ya ku li KENY'yê axivî, got di serî de li Bakur Rojhilatê Sûriyê li tevahiya Sûriyê krîza mirovî giran bûye û ji bo ku şer raweste xwest ku kêferat were kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk xebatkarekî yê Nexweşxaneya Silûkê qetil kir
Çeteyên dewleta Tirk xebatkarê tenduristiyê yê Nexweşxaneya Silûkê Mihemed Bozan Seîdî qetil kir. -
Li Girê Spî û Eyn Îsayê 8 çete hate kuştin
Di şerê li gundê Ebû Xizira yê Eyn Îsayê de 2 çete hatin kuştin, di çalakiya şervanên QSD’ê ya li gundê Xirbet Bager a Girê Spî de jî 6 çete hatin kuştin. -
Li gundê Leylan a Serêkaniyê şervanan derbên xurt li dagirkeran da
Şervanên QSD’ê li gundê Leylan a girêdayî Serêkaniyê derbên giran li artêşa Tirk û çeteyên wê da. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Erbegînê dikin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş bire ser gundê Erbegîn a Til Remirê dikin. -
‘Em ê sûcên şer ên Tirkiyeyê bigihînin cihên pêwîst’
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku wê sûcên şer û sûcên mirovî yên dewleta Tirk ên li ser Rojava pêk anî wê pêşkêşî Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, Konseya Ewlekariya NY’yê, Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Ereban bike. -
Ebdî: Me lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de erê nekiriye
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku peymana lihevkirina di navbera Tirkiye û Rûsya ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erênekiriye. -
Xelkê Efrînê li Şehbayê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê li navçeya Ehdes ya herêma Şehbayê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezarkirin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê hatin veşartin
Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê û Fermandarê Hêzên Antî-Terorê yên Di berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke heybeta a tevlîbûna bi hezaran kesî ve hatin veşartin.