Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet hatin veşartin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê 8 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

welatiyan cenazeyên şervanên QSD‘ê Mehmûd Ubêd (Zagros Hesekê), Elî Xizêm Arkêş, Ehmed El-Sebrî (Merwan Hesekê), Heysem Eyo (Çiyareş Hesekê), Ciyawar Hisên (Şahîn Numan), Muhened El-Qati (Hemûdî Hesekê), Mîlad El-Telaa (Rênas Hesekê) û şervanê Hêzên Xweparastinê Hesen El-Xelef ên di Berxwedan Rûmetê de li Serêkaniyê şehîd bûne ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi kerwanekî berî dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya şervanê YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê Îbrahîm Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Civaka me banga aştiyê dike.Tevahiya cîhanê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek. Lê em dibêjin çendîn hêza dijminên mezin be, em ê di dawiyê de biserkevin."

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Mistefa Ehmed got: "Divê em armanca vî şerî bi zanibin ku çand, mirovahî û biratiya gelan ên ku me li ser bingeha neteweya demokratîk ava kirine têk bibin."

Li ser navê Hêzên Sûriye Demokratîk li bajarê Hesekê Hogir Mele axivî û got: "Me ji tevahiya cîhanê re îsbat kir ku em axa xwe ji dijmin re nahêlin. Em soz didin tevahiya malbatên şehîdan û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê li hember her êrîşekê bi sekinin û heta dawiyê li berxwe bidin."

Piştre nasnameya şehîdan ji hêla endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şêniyan cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan û bezkirina diruşmeyên Berxwedana Rûmetê de veşartin.