Rêveberiya Xweser: Derbarê peymanê em ê piştre daxuyaniyekê bidin

Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif diyar kir ku wan peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nirxandine û wê piştre helwesta xwe zelal bikin.

Beriya niha bi çend kêliyan, civîneke çapemeniyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate lidarxistin. Di civîna çapemeniyê de, her du aliyan li ser 10 xalan li hev kirin. Der barê hevpeymanê, Berdevkê Fermî yê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif da zanîn ku wan hevpeymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de şopand û got: “Derbarê encam û xalên ku ji civîna serokê Rûsya û Tirkiyeyê û bidawîbûna dema agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêveberiya me niha van xalan nîqaş dikin û dinirxînin. Di dema pêş de em ê helwesta xwe ragihînin.”