Bi hezaran kes li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin kolanan

Bi hezaran kes li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku girêdayî Rêveberiya Xweser in li dijî dagirkeriya Tirk daketin kolanan.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên gund û bajarokên kantonê tev li xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsên şermezarkirina bê dengiya navdewletî der barê kiriyar û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Sûriyê pêk tîne, hatin hildan.

Di xwepêşandanê de Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Herêma Firatê Silêman Kieşîş axivî û got tişta ku Tirkiyê navê "Kaniya aştiyê" lê dike di encama wê de bi sedan dibistan, sazî hatin rûxandin, bi hezaran xwendekar ji dibistanên xwe dûr ketin û komkujî li djî gelê aştîxwaz ku ji beriya hezarê salan bi hevre dijîn, pêk anî.

Silêman tekez kir ku yekitiya Erebî, Kurdî û Ermenî şeklên herî baş ji berxwedana dîrokî ya gelê Sûrî yê li dijî dewleta Tirk a dagirker, derxist holê.

Endamê Komîteya Karûbarên Ol û Baweriyan Îbrahîm Remo got tekane rêyên li dijî dewleta Tirk a dagirker yekitiya gelêrî, hevgirtin û guhnedana şerê pislolojîk û çapemenî ye.

Her wiha Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa helwesta navdewletî ku tenê di aliyê daxuyaniyan de maye şermezar kir û got ev yek rê li pêşiya dewleta Tirk a dagirker vedike ku komkujiyan pêk bîne heta ku gihşt asta ku fosfora spî li dijî gelê Sûriyê bikar bîne.

TEBQA

Xwepêşandan ji rêya El-Resafa ya navenda bajarokê El-Mensûra destpê kir û ber bi stada bajarok a başûrê bajarok ve çû. Bi sedan şêniyên bajarok, gundewarên derdor, şêx û rûspiyên eşîran tev Ii xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de pankartên şermezarkirina sûcên Tirkiyê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha wêneyên ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û bi taybet bikarînana çekên qedexekirî di aliyê navdewletî pêk anîne belge dikin, hatin hildan.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên şermezarkirina Erdoganê faşîst û silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Xwepêşandan li stada bajarok veguherî mîtîngê. Di mitîngê de şêxê Eşîra El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid û yek ji şêxên eşîreya El-Ewilda Abdulletîf El-Ferec gotin wan soz daye ew ê herêma bi saya şehîdan û şervanên QSD`ê hatiye rizgarkirin, biparêzin. Her wiha gotin ew ê di yek mewziyê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên dewlta Tirk a dagirker bisekinin.

Her wiha ji rêveberên Mala Gel a Mensûra Siûd Mihemed, hêzên Ewlekariya Hundrîn Diyala Hisên axivîn. Di axaftinan de îşaret pê hat kirin ku divê kesên sûcên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne hesab ji wan were xwestin û bang li civaka navdewletî kir ku li hember komkujiyan bisekinin ji ber dewleta Tirk a dagirker ewlehiya tevahî herêmê tehdîd dike ne tenê ya Sûriyê.

Di dawiyê de projeya dewleta Tirk a dagirker ku armanca wê guhertina demografiya herêmê ye, koçberkirina şêniyan û talankirina mal û milkên wan ne, hat şermezarkirin.

ŞEHBA

Xwepêşandêr li qada Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û ber bi kolanên gund ve çûn. Xwepêşandêran wêneyên qurbaniyê komkujiyên artêşa Tirk li dijî sivîlan, pêk anîn hilgirtin.

Her wiha pankartên bi nivîsên"Erdogan kujere, cudabûnê naxe navbera pîremêr û astengdaran, nebin hevkarê dagirkeriya Tirk, êrîşên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê şermezar dikin, ji tunekirin û çewisandina gelê sûrî re êdî bes e, na ji Erdoganê qatil re, Erdogan kujerê zarokan e"hilgirtin.

Paşê li kolaneke gund meş rawestiya. Li vir, Koodînasyona Kongreya Star Salha Mihemed û ser navê Meclisa Kampa Serdem Merwan Hemû axivîn.

Axîveran bal kişandin ser berdewamkirina berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk, her wiha îşaret bi gelê ku bi hezaran şehîd di oxira parastina xaka xwe de dane, ne pêkan e ku ser doza xwe vegerin kirin.

Her wiha wê gelê têkoşer hemû kompoyên li dijî gelê herêmê têk bibin û wiha pê de çûn: “ Em xwedanê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan in, em mil bi mil li dijî komployan şer bikin û têk bibin.”

Meş bi sloganên"Bijî berxwedana Efrînê, bijî Berxwedana Rûmetê" bi dawî bû.

GIRKÊLEKÊ

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xistin.

Meş ji Qada Şehîd Xebat li navenda navçeyê dest pê kir û di kolana giştî re geriya û dirûşmeyên şermezarkirina êrîşa Tirkiyê berz kirin û banga rawestandina êrîşan kirin.

Şêniyan pankartên bi navê "Em garantiya navneteweyî dixwazin da ku vegerin malên xwe, dewleta Tirk qirkirina etnîkî pêk tîne, na ji siyaseta talankirinê derheqê gelê me" hildan, her wiha zarokan wêneyên zarokên qûrbaniyên bombebaranê rakirin.

Her wiha zarokan pankartên biçûk ku li ser nivîsa "Kujer Erdogan","Qêrînên zarokan guhdar bikin","Fesfora Tirkiyê zarokên me dikujin" hildan.

Şênî li navenda navçeyê rawestiyan, paşê hevserokê Meclisa kantona Qamişlo Evram Ishaq wiha got: "Em tenê yên ku parastina xak û serdestiya Sûriyê dikin, me li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir, artêşên cîhanê li pêşiya DAIŞ`ê nesekinîn, tenê hêza me şerê DAIŞ`ê kir, em aştiyê ji hemû cîhanê re dixwazin, piştî ku me DAIŞ têk bir, êdî cîhan li gorî berjewendiyên xwe bi me re tev digere, em li gorî rêgezan tev digerin, me gelek canên giranbuha dan li ser axa xwe dan, hêza me ji gel e û ji tilîliyên dayîkan e."

Ishaq wiha domand: "Rûdanên di demên dawîn de ji gef û êrîşan pêk hatin, a rast ne tenê li ser gelê Kurd e, ew gef ji hemû pêhateyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye, Tirkiyê her kesî dikuje û hemû herêman li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî dagir dike, em jî bi gelê xwe wê parastina xaka xwe bikin."

Paşê bi navê Kongreya Star, Hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Remziyê Mihemed axivî û got ku herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, divê hemû gel ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ked bidin. Remziyê îşaret bi berxwedana mezin a şervanên QSD`ê li Serêkaniyê û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê û banga bilindkirina têkoşînê kir.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçer bi hezaran şêniyan, nûnerên eşîrên Ereb û Kurd ên li navçeyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê meşiyan.

Meş li kolanên navçeyê geriya û dirûşmeyên yekbûna gelên herêmê li dijî dagirker berz kirin, her wiha pankartên li ser nivîsa "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" hildan.

Di meşê de gelek axaftin hatin kirin, di nav de Endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê, Endama Rêveberiyê Lîna Beraket û bi navê meclisa herêma Dêrikê hevserokê meclisê Mihemed Ebdullrehîm axivî.

Axaftvanan îşaret bi yekbûna gelên herêmê li dijî dagirkeriya Trikiyê ku jiyana hevbeş a gelên herêmê dike hedefa xwe, kirin.

Her wiha axaftvanan banga bilindkirina tekoşînê û berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê kirin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşa Tirkiyê bidawî bû.