Xelkê Efrînê li pêşiya Navenda Rûsya  ya li Şehba çalakiyek kirin

Xelkê Efrînê ji bo protestokirina êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gundê Wehşiyê ber bi navenda leşkerî ya Rûsya ya li Şehbayê ve meşiyan.

Bi sedan welatiyên Efrînê bi tevlîbûna endamên rêveberiya xweser û endamên sazî û meclîsan, gel ji ji Gundê Wehşiyê ya herêma Şehba ber bi navenda leşkerî ya Rûsan ya di Gundê Wehşiyê ve meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsa ‘Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê bi tundî nelet û şermezar dikin’, ‘Dîktator Erdogan mirovên bê suc û guneh dikuje’ û ‘Nebin hevkariya dagirkeriya Tirk’ hate hildan û dirûşmên ‘Yeke yeke yeke gelê Kurd yeke’ ber bi navenda leşkerî ya Rûsan ve meşiyan.

Li ser navê çalakvanan heyete ji çar kesan ku ji hiqûqnas, saziya malbatên şehîdanû rûspiyên eşîrên herêmê, ji bo nameyek radestî navenda Rûsya bikin ketin avahiya Rûsya.

Piştre jî nêrînên berpiryarên Rûsya ku li gel civiyan bi gel re parve kir û ev gotin: “Em ê vê nameya we bigihînin Serokdewletê Rûsya Vîlademîr Pûtîn. Heta em bikarin em ê li cem gel cih bigirin, tişta ji destê me bê em ê bikin. Gelê Efrîn û Îdlibê wê didemek nêzîk de vegerin cih û warên xwe.”

Xelkê Efrînê piştre bi dirûşma ‘Yeke yeke yeke gelê Kurd yek e’ dawî li meşa xwe anî.