Dagirkeran li Eyn Îsayê derbên giran xwarin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Eyn Îsayê kir û li hemberî berxwedana QSD’ê derbên giran xwarin. Dagirker neçar man ku vekişin.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Eyn Îsayê kir û li hemberî berxwedana QSD’ê derbên giran xwarin. Dagirker neçar man ku vekişin.
Dagirkeran êrîşî gundên Eyn Îsayê kirin lê rastî berxwedana şervanên QSD’ê hatin. Di şeran de gelek dagirker hatin kuştin. Dagirker neçar man ku birevin.
Li gundê Marûdayê di şeran de herî kêm 4 dagirker hatin kuştin û wesayîtek hate îmhakirin.
Li gundê Mesûdiyê jî dagirkeran derbên giran xwarin.
Li gundê Kenterîyê jî şerekî giran çêbû û hate ragihandin ku gelek çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.