Êrîşên li dijî rêya stratejîk M4’ê hatin şikandin
Dewleta Tirk gundên Zirgana Serêkaniyê bomberdûman dike û hewl dide ku rêya M4 a ku stratejîk e jî qut bike. Şervanên QSD’ê êrîşên li dijî rêya M4’ê şikandin.
Dewleta Tirk gundên Zirgana Serêkaniyê bomberdûman dike û hewl dide ku rêya M4 a ku stratejîk e jî qut bike. Şervanên QSD’ê êrîşên li dijî rêya M4’ê şikandin.
Dewleta Tirk vê êvarê tevî komên çeteyan gundên Umil Işbê, Til Werd û Innel Hawayê yên Zirganê bomberdûman kir. Piştî ku QSD’ê bersiv da êrîşan, şer dest pê kir.
Konvoyeke çeteyan xwest rêya M4 a di navbera Girê Spî û Eyn Îsayê qut bike. Şervanên QSD’ê bersivên tund dan çeteyan û vê hewldana wan şikandin.