Gelo DYE li stratejiya xwe ya MOM û MOK vedigere?

DYE ku hewl dide Rojava pêşkêşî dewleta Tirk û çeteyên wê bike, gelo li stratejiya xwe ya ku di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li ser komên radîkal ava kiribû vedigere?

Piştî ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, DYE'yê dest bi piştgiriya ji bo komên Sûnî yên radîkal-nerm kir. Ji ber ku ya dixwest ji van koman nekarî bi dest bixe di sala 2014'an de di şerê Kobanê de têkilî bi Kurdan re danî û li Sûriyeyê bû xwedî bandor. Lê belê piştgiriya xwe ya ji bo komên bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' tevdigerin bi şêweyên cuda dom kir. DYE niha xwe amade dike ku li ser van koman ji nû ve lîstikê amade bike.

Piştî ku DAÎŞ ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên bi pêşengiya YPG û YPJ'ê hate têkbirin û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aram bû, DYE'yê ji nişka ve derfetên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêşî komên li dora Tirkiyeyê kir ku ji cîhadîstên radîkal ên DAÎŞ û El Nûsrayê pêk tên.

XAKA KURDAN A KU PÊŞKÊŞÎ ÇETEYAN TÊ KIRIN

Pirsa 'Gelo DYE dixwaze li herêmê çi bike' her tê pirsîn. Lê belê tê zanîn ku DYE'yê ti carî têkiliya xwe bi van koman re nebiriye û her tim piştgiriya van koman kiriye. Bi van komên ku Tirkiyeyê li dora xwe kom kiriye û navê Artêşa Milî ya Sûriyeyê (Ceyşul Watanî) li wan kiriye, DYE hesabên nû dike û hewl dide Rojava pêşkêşî van komên di bin sîwana dewleta Tirk de ne bike.

DAXUYANIYÊN TRUMP

Herêma dagirkirî ya ji 32 kîlometreyan ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo dagirkirina Rojava xist rojeva Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û daxuyaniya Trump a ku digot, 'Me petrol ewle kir. Kurd wê ji bo xaka xwe ya nû bê veguhestin' balê dikişîne ser heman mijarê.

ÎDÎAYA 'TAWÎZÊ BIDIN' KOMÊN RADÎKAL

Di çapemeniya DYE'yê de beriya çend rojan hate ragihandin ku Wezareta Karên Derve ya DYE'yê pêşniyara 'Tawîzê bidin van komên ku pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê' li rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. Piştî biryara 'vekişînê' ya DYE'yê ji herêmê, hêzên Rûsya û Rejîmê ketin herêmê. Piştî vê yekê DYE'yê bi hêzeke mezintir li herêmê vegeriya.

GELO LI STRATEJIYA BERÊ VEDIGERE?

Piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, ji bo têkbirina rejîmê li başûr û bakur bi pêşengiya DYE'yê odeyên operasyonên leşkerî yên hevpar hatin avakirin. (Li Urdunê MOK, li Tirkiyeyê MOM) Piraniya komên di nava van navendên operasyonên leşkerî de bûn, niha bi navê 'Artêşa Milî' êrîşî Rojava dikin. DYE hewl dide derfetan pêşkêşî van koman bike ku piraniya wan ji El Qaîde, DAÎŞ, selefî û Îhvani Muslum in. Ev hewldana DYE'yê weke hewldana ji bo nûkirina polîtîkaya xwe ya der barê Sûriyeyê tê şîrovekirin.

BENDEWARIYA TÊKBIRINA REJÎMÊ

 DYE, Tirkiye, Erebistana Siûdî, Urdun, Qatar û welatên Ewropayê piştevanên herî mezin ên komên MOK û MOM bûn. Bi piştgiriya leşkerî, siyasî, dîplomatîk, propaganda, aboriyê ji van koman dihate xwestin ku ji başûr û bakur ber bi Şamê ve bimeşin û rejîmê têk bibin.

DYE'YÊ PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO VAN KOMAN DOM KIR

Ev komên di xeta El Nûsra, DAÎŞ, selefî û Îhvani Muslum de tevî ku bi ser neketin û gihîştin asta tinebûnê jî DYE'yê piştgiriya xwe ya ji bo wan bi şêweyên cuda dom kir. Dema ku ev kom yek bi yek hatin tasfiyekirin û ber bi Îdlibê yanî devera di bin parastina Tirkiyeyê de hatin veguhastin jî DYE'yê têkiliya xwe ya bi wan koman re dom kir. Bi destûra dagirkeriyê ya ji bo Tirkiyeyê re soza pêşkêşkirina Rojava dide van komên çete.

KOMÊN TERORÊ

Beşeke mezin a komên ku Tirkiyeyê di bin navê Ceyşul Wetenî (Artêşa Milî ya Sûriyeyê) de li hev kom kiriye bi El Nûsra re tevdigere ku El Nûsra di lîsteya 'rêxistinên terorê' ya DYE'yê de ye. Her wiha piraniya wan jî ji DAÎŞ'iyên berê pêk tê. Tevî vê yekê DYE'yê piştgiriyê dide Tirkiyeyê ku dixwaze bi rêya van koman herêmê dagir bike. Bi vî rengî li stratejiya xwe ya destpêka şer vedigere.

POLÎTÎKAYA NESERKETÎ

Piraniya komên di nava MOK û MOM de bûn û di sala 2013'an de beşdarî bernameya "perwerde bike-bi çek bike" ya "neserketî" bûn, niha di nava "Artêşa Milî" ya Erdogan de ne. Çend ji wan komên ku DYE'yê piştgiriya xwe ya ji bo wan dom kir wiha ne:

- Liwa El Mutesim: Ev koma ku DYE'yê piştgiriya çekên sivik û nîv giran pêşkêşî wan kir navenda wê li Marê ye ku li bakurê Helebê ye. Ev kom her wiha hate perwerdekirin. Di destê komê de çekên M16, M249, M224, M252 û Bruning M2 her wiha wesayitên zirxî hene. Hejmara wan der dora 1500 û 2000 kesî ye. Vê komê di 18'ê Hezîrana 2017'an de wêneyên perwerdeya ku Pentagonê da wan parve kiribû. Ev koma çete piştre tevlî êrîşên dagirkirina Efrînê bû.

- Firqet El Şemaliye: Di sala 2012'an de li bajarokê Kefer Nûbûl ê Îdlibê ji aliyê Faris El Beyûş ve hate avakirin. Ev kom berê bi navê Lîwa Fûrsan El Heq tevdigeriya. Piştgiriya çeka BGM-71 ji DYE û Erebistana Siûdî wergirt. Vê koma ku yekser ji CIA'yê piştgirî wergirt, yekser piştevaniya El Nûsrayê kir. Di sala 2014'an de eşkere kir ku wê tevî çar koman Feyleq El Xames ava bikin. Lê belê piştî ku di Hezîrana 2015'an de Ceyş El Fetîh a bi serkêşiya El Nûsra ava bû û Îdlib kontrol kir, ev kom tevî nava wan bû. Di sala 2016'an de tevî Firqa 13 û Liwa El Suqur Artêşa Îdlibê ya Azad ava kirin. Tevî êrîşên dijî Şêx Meqsûd û Efrînê bû.

Ceyş el Îslam: Yek ji komên bingehîn ên MOK'ê bû. Vê komê piştgirî ji Erebistana Siûdî werdigirt. Ev koma ku xwedî îdeolojiya selefî ye, di sala 2011'an de li Xûta ya Rojhilat ava bû û serkêşê wê Zehran Elûş bû. Ev koma çete di sala 2013'an de weke 'koma herî mezin a mûxalefeta Sûriyeyê' hate pênasekirin û li Heleb û Îdlibê tevî El Nûsra odeyên operasyonê yên hevpar ava kir. Di 15'ê Tîrmeha 2017'an de ji bo avakirina Artêşa Milî ya Sûriyeyê xwe fesih kirin. Piştî ku Zehran Elûş hate kuştin birayê wî Mûhammed Elûş kete şûna wî û di civînên Cenevre û Astanayê de beşdar bû. Piştî ku ji Xûta ya Rojhilat hatin derxistin li herêmên Efrîn û Babê bi cihb ûn.

- Firqa 9'emîn (Hêzên Taybet): Di 26'ê Çileya 2014'an de ava bû. Dema ku nû ava bûn di nava Tevgera Hezîm de bûn ku bi Pentagonê ve girêdayî bû. Ev rêxistina ji xeta Îhvani Mûslîm piştî ku li derdora Helebê bû hedefa êrîşên El Nûsra çekên ku Pentagonê pêşkêşî wan kiribû ketin destê El Nûsrayê. Di dema belavbûnê de dewleta Tirk ew careke din kom kir. Tê texmînkirin ku der dora 600 heta 1000 çeteyên vê komê hene. Ev çeteya ku tank, wesayitên zirxî, topên ji cûreyên cuda, roketên termal û fuzeyên TOW hene tevlî dagirkirina Efrînê bû.

- Tûgaya Sûltan Mûrad: Ev koma ku MÎT a Tirk piştî Peymana Edeneyê ya 1998'an giranî da ser wê navê xwe ji Sûltanê Osmanî Mûrad ê Duyemîn werdigire. Bi rengekî fermî di sala 2013'an de ava bû. Tevî El Nûsra beşdarî rêxistina sîwanî ya 'Fetha Helebê' bû. Ji vê koma di kontrola Tirkiyeyê de ye kontrola deriyên sînor û qada ji kûrahiya 5 kîlometreyî tê pêşkêşkirin. Serketeyên vê komê jî Fehîm Îsa û Serbend Ehmed in. Yek ji wan komane ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî wan bi kuştina sivîlan sûcdar dikin. Piraniya endamên vê komê DAÎŞ'iyên berê ne.

- Feylaq el Şam (Lejyona Şamê): Di sala 2014'an de bi lihevkombûna 19 rêxistinên Îslamî yên cuda ava bû. Serkêşê vê rêxistina di xeta Îhvani Mûslîm de ye Yaser Abdûrrahîme. Tevî El Nûsra tevgeriyan. Li Heleb, Hûms, Şam û Îdlibê kar kir. Çeteyên Lîwa El Hezmê, Lîwa Ebe Ûbeyde Bin Cerah, Lîwa El Temkîn, Lîwa Heneno, Lîwa Hetîn, Lîwa Îbad El Rihman, Lîwa El Furqan, Tecemuh Siqûr El Îslam, Lîwa El Mûcehêdîn, Keteêb El Emced, Lîwa Nûsrêt El Îslam, Lîwa Eşbel El Eqîdê, Lîwa Mexewîr El Îslam, Lîwa Isûd El Îslam, Lîwa Sîham El Heq, Lîwa El Fetêhîn, Lîwa Mexewîr El Cebel, Lîwa El Îmen, Lîwa Ensar Idlib û Lîwa Cund El Heremeyn di bin sîwana wê de ne. Tevî êrîşên li dijî Şêx Meqsûd û Efrînê bû.

- Lîwa ya 51'emîn (Liwa 51): Ev rêxistina ku di Îlona 2015'an de ava bû îdîa dikir ku wê li dijî DAÎŞ'ê têbikoşe. Serkêşê wê Heysem Cemîl Afesî yê ji Îdlibê heye. Di destê vê koma çete de çekên cuda hene, her wiha amûrên paqijkirina mayinan jî hene. Afesî niha alîkarê berpirsyarê giştî yê artêşa miilî ya Erdogane. Weke nûnerê 'mûxalefetê' tevlî civînên Cenevreyê hate kirin.