Li Şehbayê ji bo Şehîd Sara Tîrêj merasîm hate lidarxistin
Bi sedan ji gelê Efrînê îro li Kampa Serdemê tevlî merasîma ji bo şehîd Sara Tîrêj bûn.
Bi sedan ji gelê Efrînê îro li Kampa Serdemê tevlî merasîma ji bo şehîd Sara Tîrêj bûn.
Bi sedan ji gelê Efrînê bi tevlîbûna hemû endamên sazî û meclîsan, tevlî merasîma ji bo şehîd Sara Tîrêj bûn.
Li Kampa Serdem berî ku dest bi axaftinê bikin ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ‘Hesen Bavê Şehîd Şîlan’ axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Hesen Bavê Şehîd Şîlan got ku “Şehîd Sara di şerê li herêma Şehbayê de cih girtibû û li vê herêmê birîndar bûbû. Ligel ku ji çavekî xwe bûbû jî bê heta şehadetê bê tereddud şer kir.
Piştî ku axaftin bi dawî bû, wesîqeya Şehîd ji aliyê endama Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ‘Ronî Mihemed’ ve hate xwendin.