Parlamentoya Îranê girtina Tengava Hurmuzê erê kir
Parlamentoya Îranê girtina Tengava Hurmuzê ku di bazirganiya enerjiya cihanî de xwedî girîngiyekî jiyanî ye, erê kir.
Parlamentoya Îranê girtina Tengava Hurmuzê ku di bazirganiya enerjiya cihanî de xwedî girîngiyekî jiyanî ye, erê kir.
Li gorî nûçeya medyaya dewleta Îranê û Reutersê, ji bo biryar bikeve meriyetê gotin êdî maye Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Îranê û herî dawî Parêzvanên û lîderê olî yê Îranê Xamaney.
Tengava Hurmuzê ku di navbera Umman û Îranê de cih digre, ji bo petrol û aboriya gerdûnî ya cîhanê gelekî girîng e.
Li gorî daneyên Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) nêzîkî ji sedî 21’ê bazirganiya petrolê ji vir derbas dibe. Her roj nêzî 20 milyon warîlên petrolê ji vê tengavê derbas dibe.
Vê gava Îranê bi xwe jî di nav de dibe ku zirarekî mezin bide aboriya cîhanê.
Lê girtina muhtemel wê tenê bi Îranê re sînordar nemîne. Ev pêngava tê payîn di piyaseyên enerjiiyê de bandorekî hilweşîner çêbike û hişyarî tê kirin ku dibe bihayên petrolê bigihije asta 120 dolarî.
Li gorî dîrektorê lêkolînê yê Global Risk Managementê Lohmann Rasmussen, girtina Tengava Hurmuzê ji bo piyaseya petrolê kabus e.