'Gelên me yek e, armanca me yek e, parastina me jî yek e'

Li xeta Serêkaniyê-Til Temirê ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê lê giran in, gelên herêmê bi hev re li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin. Ji şêniyên herêmê Hecî Mihemed destnîşan kir ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û got, "Gelên me yek e, armanca me yek e

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên çete yên El Qaîde, DAÎŞ, Îhvani Muslîm ku li dora xwe kom kiriye didomin.

Dewleta Tirk ku bi dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze dewleteke terorê ava bike, êrîşên xwe bi giranî li xeta Serêkaniyê-Til Temirê dike.

Li gundên Erîşa, Dawûdiyê, Sibata, hewişa, Ezîziyê û Mahmûdiyê ku êrîşên dagirkeran dema dawî lê giran in, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û gelê herêmê mil bi mil li ber xwe didin.

Dagirker ji bo Til Temirê dagir bike, ku piraniya şêniyên wê Kurd, Asûrî, Suryan û Ereb in êrîşên xwe li herêmê giran kirine. Li dijî êrîşên dagirkeran şervan û gelên herêmê li ber xwe didin.

Li gundê Erîşa bavê 10 zarokan Îdrîs Ebdulezîz Berkel rahiştiye çekê û xaka xwe diparêze. Berkel diyar dike ku ji bilî xaka wan devereke din nîne ku ew biçin û ew ji bo paşeroja zarokên xwe xaka xwe diparêze.

Berkel destnîşan kir ku ew tevî şervanan xaka xwe diparêzin û got, "Ev dever xaka me ye, em neçar in biparêzin. Em neparêzin wê kes neparêze. Rejîm hat, lê belê piştre reviyan. Niha ji bilî QSD'ê kes li vir nîne."

Li gundê Dawûdiyê jî ku êrîşên giran lê tên kirin, hema bêjin tevahiya şêniyên gund rahiştine çekê û tevî şervanên QSD'ê li dijî dagirkeriyê tevlî berxwedanê bûne.

Yek ji berxwedêran Hecî Mihemed ê Ereb e. Hecî Mihemed destnîşan kir ku êrîşên giran li wan tên kirin û ew jî xaka xwe û şerefa xwe diparêzin, lewma manewiyata wan bilinde.

Hecî Mihemed dibêje, "Gelên me yek e, armanca me yek e, parastina me jî yek e" û diyar dike, "Di serî de Neteweyên Yekbûyî banga me li hêzên navneteweyî ew e ku van êrîşan bidin rawestandin. Gelek kes neçar man warê xwe biterikînin. Mirov li çolê dimînin. Divê êrîş bên rawestandin."

Li gundên Sibata, Hewîşa û Mahmûdiyê ku ji bejahî û hewayî êrîş lê tên kirin, şervanên QSD'ê hewldana çeteyan ku xwestin xwe berdin nava gund têk birin. Şerê li herêmê didome.