Dagirkeran êrîşî M4’ê kirin û derbeke giran xwarin

Dagirker ji bo ku rêya di navbera herêmên Firat û Cizîrê qut bikin êrîşî rêya M4’ê kirin. Şervanên QSD’ê ev êrîş şikandin û du wesayîtên dagirkeran îmha kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê rêya M4’ê kirin hedef. Lê şervanên QSD’ê li ser esasê parastina rewa li dagirkeran dan û du wesayîtên wan îmha kirin.

Li gorî ANHA’yê şervanê QSD’ê Adil Xelîl El Hisên diyar kiriye ku dewleta Tirk hewl daye rêya di navbera herêmên Firat û Cizîrê qut bike û dagirkeran êrîşî gundê M4’ê kirine.

Adil Xelîl diyar kiriye ku wan ev hewldana dagirkeran dane sekinandin, 2 wesayîtên çeteyan îmha kirine û gelek çete kuştine.