Dewleta Tirk a dagirker bijîşkekî ji Taylandê qetil kir –HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li konvoya xebatkarên tendirustiyê yên bi navê Freeboûr Managerê da. Di vê êrîşê de bijîşkekî ji Taylandê hate qetilkirin û bijîşkek jî birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di navbera gundên El Raşîdiye û El Kasimiye yên Til Temir bi topan li konvoya xebatkarên saziya civaka sivîl a bi navê Freeboûr Manager dan.

Di vê êrîşê de bijîşkê bi navê Zaw Senk (37) yê ji Taylandê hate qetilkirin. Hate hînbûn ku Zaw Senk kameraman e jî û vê komê xebatên tendirustiyê qeyd dikirin.