Eşîra Şarabî: Em ê xaka xwe ji Erdogan re nehêlin

Endamên Eşîra Şarabî diyar kirin ku ew ê tola endamên eşîra xwe hilînin ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin qetilkirin. Endamên eşîrê gotin, "Em ê hîn bêhtir bi QSD'ê re bibin yek û xaka xwe ji Erdogan û çeteyên wî biparêzin."

Endamên eşîra Şarabî dibêjin, wê tola rûspiyên xwe Îbrahîm Mihemed El Mihêmîd, Mehmûd Mihêmîd El Xelef û hevsera wî Tifaha El Salih hilînin ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete ve hatin qetilkirin. Ji eşîra Şarabî Mihemed El Ebed diyar kir ku wê hesabê êrîşên dagirkeriyê ji dewleta Tirk bipirsin û got, "Pismamê min Mihêmîd Xelef di encama bombardûmana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Yekî li herêmê naskirî bû. Eşîra me Şarabî timî bi QSD'ê re bû û me piştevaniya QSD'ê kir. Em ê hîn bêhtir bi QSD'ê re bibin yek û xaka xwe biparêzin."

Mihemed El Ebed anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê mezintir bikin û got, "Em ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî piştgiriyê nadin QSD'ê. Em ê bi QSD'ê re tevbigerin û nehêlin ku Erdogan û çeteyên wî li xaka me bimînin. Erdogan dixwaze di bin navê 'herêma ewle' de herêmê bi temamî dagir bike. Ti eleqeya Erdogan bi Îslamiyetê nîne. Zarokan, jinan sivîlan dikuje. Fosfor jî di nav de bi her cûre çekan êrîşî sivîlan dikin."

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ LI SER ME PLANAN DIKIN'

Mihemed El Ebed bal kişand ser plan û polîtîkayên qirêj ên li dijî herêmê û got, "Ev hemû bi hevkariya DYE û Rûsyayê re tên kirin. DYE û Rûsya li ser me planan dikin... Ji ber planên hêzên navneteweyî gelê herêmê gelekî zerar dît. Eşîra me bi QSD'ê re ye û em ê xaka xwe biparêzin."

Endamê Meclîsa Eşîran a Hesekê Sabid El Cevher ê ji Eşîra Şarabî got, "Em eşîra Şarabî spasiya QSD'ê dikin ji ber ku me û xaka me diparêze. QSD li dijî dagirkeran têdikoşe. QSD'ê me ji DAÎŞ'ê, Cebhet El Nûsra û El Qaîdeyê diparêze. Erdogan li herêmê komkujiyan dike. Jin, zarok, extiyar sivîlan qetil dike. Şêniyên herêmê koçber dike û malên wan talan dike."

'ERDOGAN WEKE LÎDERÊ NÛ YÊ DAÎŞ'Ê TEVDIGERE'

Sabid El Cevher anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wan 2 endmên eşîra wan li mala wan qetil kirin û got, "Em ê tevî hêzên QSD'ê li dijî Erdogan û çeteyên wî têbikoşin. Em eşîrên li herêmê û pêkhateyên herêmê piştevaniya QSD'ê dikin. Em ê xaka xwe ji Erdogan û çeteyên wî re nehêlin. Şehîdxistina endamên eşîra me em têk nebir, berevajî em bêhtir xurt kir û kir ku em têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê yekîtiya xwe ya bi QSD'ê re xurtir bikin û li dijî dagirkeran heta dawiyê têbikoşin."

Rêveberê Meclîsa Eşîrên Hesekê Ebdellah Ewad El Kundar jî destnîşan kir ku hêzên QSD'ê derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê xistin û got, "Piştî ku DAÎŞ li herêmê hate tinekirin Erdogan kete nava liv û tevgerê. Dest bi êrîşên giran kir. Erdogan ku dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike weke lîderê nû yê DAÎŞ'ê tevdigere. Hêzên QSD'ê, gel û eşîrên herêmê li dijî Erdogan û çeteyên wî bûn yek."

'DIVÊ KURD DI NAVA KOMÎTEYA DESTÛRA BINGEHÎN DE HEBIN'

Kundar diyar kir ku wê timî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe bidin û got, "Em hemû eşîrên li herêmê bi hev re ne û piştevaniya QSD'ê dikin. Em ê nehêlin ku Erdogan û çeteyên wî bihosteke ji xaka me jî werbigirin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têkoşîna xwe bidomînin.

Em li ser xaka bav û kalane. Em yek parçe ne, yek dil in. Erdogan ji bo yekîtiya me têk bibe dixwaze fitneyê bixe navbera me."

Kundar destnîşan kir ku divê Kurd di nava karê komîteya destûra bingehîn a Sûriyeyê de hebin û got, "Kurdan ji bo parastina herêmê û jiyana azad a li xaka xwe berdêlên giran dan, derdora 11 hezar şehîdên wan hene. Mafê Kurdan ê herî mezin e ku di nava komîteya destûra bingehîn de hebin. Her hêzên li Sûriyeyê divê yek bin û di nava diyalogê de bin. Em ê bi hev re têkoşînê mezin bikin û Erdogan û çeteyên wî ji herêmê derxînin."