Li Duisburg û Charleroiyê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Duisburg a Elmanyayê û li bajarê Charleroî ya Belçîkayê şehîdên meha Cotmehê hatin bibîranîn.

Li Duisburgê şehîdên Serêkaniyê û Girê Sipî hatin bibîranîn. Delvîn Qamişlo û Amara Jînda ku di berxwedaniya 11 Cotmehê ya li hemberî artêşa dagirkerê Tirk û çeteyên girêdayî wê li Serêkaniyê şehîd bibûn, hatin bibîranîn. Dîsan Mihemed Kobanê ku li Girê Sipî şehîd bibû li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi merasîmekê hate bîranîn.

Di merasîmê de piştî deqeyekî rêzgirtin ji bo giyana şehîdan, hevserokê NCKD’ê ya Duisburgê Nuh Yildirim axaftina destpêkirinê kir. Xalê şehîd Dilvîn Qamişlo Umran Ezîz, Birayê Amara Jînda Şadî û li ser navê malbata şehîd Mihemed Kobanê jî Ehmed Kobanê, her wiha siyasetmedar Ehmed Aktaş di merasîmê de yek bi yek axivîn.

Di axavtinan de hate gotin: “Emê îcaze nedin ku ala şehîdên me bikeve erdê, berdêla wê çi dibe bila bibe ji bo ku xeyalên şehîdên me pêk bê çi ji destê me bê em ê heta dawî bikin.”

Piştî axaftinan ango pêwîst e li hemberî êrîşên qirker û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdeng nemînin, merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî yekîtiya Kurdan” re bi dawî bû.

CHARLEROI

Li bajarê Charleroi yê Belçîkayê şehîd hatin bibîranîn. Di merasîma çêbûyî de navê şoreşgerên ku li meha Cotmehê şehîd bûne yek bi yek hatin gotin û bîranîn. Hevserokê KCDK-E Yûksel Koç pêşketinên siyasî nirxand. Koç diyar kir ku yekane sûcdarê şerê li ser Rojava Erdogan e. Her wiha xwedî derketin ji şehîdan tê wateya xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û têkoşîna wî.

Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Sultan Ograş axivî û piştre merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.